Li bendêye ku dayik û rojnamegerên dibin çavan de derxin edliyê 2019-05-13 14:17:20 STENBOL- 38 dayikên xwestin balê bikişînin ser grevên birçîbûnê yên bi parêzerek û 2 rojnamegeran re hatibûn binçavkirin, piştî kontrola tenduristiyê dê sewqî edliyê bên kirin.    38 xizmên girtiyên di greva birçîbûnê de yên xwestin balê bikişînin ser roja mirinê û grevên birçîbûnê yên dewam dikin, roja Pencşem û Înê li Sûka Misir û li ber Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Bakirkoyê beşdarî çalakiyan bûn û bi nûçegihanê Ajansa Mezopotamya (MA) Îrfan Tuncçelîk, rojnameger Zeynep Kûray û endama OHD’ê Parêzer Arzû Kayaoglû re hatin binçavkirin, hat payin ku îro sewqî Edliya Çaglayan a Stenbolê bên kirin.   41 kesên li Şaxa Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ya li ser Caddeya Vatanê cih digire tên girtin, serê sibê ji bo kontrola tenduristiyê bibin nexweşxanê.    Li bendêye ku 41 kesan, piştî kontrola tenduristiyê sewqî edliyê bikin.