Li Êlihê Laçikên Spî bi daran ve girêdan 2019-05-13 13:07:10   ÊLIH – Li Êlihê bi armanca balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê meşa bêdeng li dar xistin û piştre Laçikên Spî bi daran ve girêdan.    Li Êlihê parazvanên mafên mirovan û xizmên girtiyan, bi armanca balê bikişîne ser çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li girtîgehan berdewam dikin meşa bêdeng li dar xistin. Girseya ku li ber avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê kom bûn, heta Parka Ataturk a li Qada Turgut Ozal meşiyan. Yên tev li meşê bûn Laçika Spî yên li ser "Deng bide Jiyanê" nivîsandibûn avêtin dora stuyê xwe. Kom bi çepik û dirûşmeyan ketin parkê. Kom piştî ketin parkê Laçikên Spî bi darên li parkê ve girêdan. Piştî komê Laçikên Spî bi daran ve girêdan, polîsan mudaxale kir. Polîsan Laçikên Spî yên bi daran ve hatin girêdan yek bi yek vekir û kom kirin.