Hevseroka KCD’ê Guven hat berdan 2017-11-16 09:35:06     AMED – Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku serê sibê li Amedê hat binçavkirin, piştî îfadeya wê hat girtin serbest hat berdan.    Polîsan serê sibê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven dema ji malê derdiket binçav kirin. Hat zanîn ku Guven bi hinceta der barê dozek Demîrtaş a li Mêrdînê de li ser tora civakî dîmenek parve kiriye doz lê hatiye vekirin û ji ber vê yekê hat binçavkirin. Piştî Guven ji bo îfadeyê birin Edliya Amedê. Piştî li dozgeriyê îfade da serbest hat berdan.    GUVEN 2 ROJ BERÊ DERKETIBÛ PÊŞBERÎ DADGEHÊ   Di 14'ê mijdarê de 1'emîn doza  Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û endamê DIAY-DER'ê Abdulbari Tiryaki (76) ku ji ber di salên 2016-2017'an de axatin kirine û bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kirine" tên darizandin, li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hatibû dîtin. Piştî Guven parastin kiribû doza wê hatibû taloqkirin.