Xwendekarên Lêkolîna Kurdî: Xwedî li zimanê xwe derkevin 2019-05-13 09:09:42 STENBOL – Xwendekarên Komeleya Lêkolînên Kurdî, ji bo 15’ê Gulanê Cejna Roja Zimanê Kurdî bal kişandin ser zimane kurdî û bang li kurdan kirin ku xwedî li zimanê xwe derkevin. Xwendekaran di heman demê de ev tişt got: “Bila hemû sazî û komeleyên kurdan karê xwe yê rojane bi kurdî bikin.” Kovara Hawarê di 15'ê Gulana 1932'yan de li paytexta Sûriye Şamê ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve bi dest weşanê kir. Ji ber vê yekê roja 15'ê gulanê wek sembola têkoşîna zimane kurdî tê qabulkirin û di sala 2006'an de weke Roja Cejna Zimanê Kurdî hat ragihandin. Ji vê salê ve 15'ê Gulanê ji aliyê sazî û dezgehên kurdî ve weke Roja Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.   Komeleya Lêkolînên Kurdî ku li Stenbolê xebatên xwe dimeşîne, her sal di 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de sertifîkayên xwendekarên ku asta mamostetiyê xelas dikin, dide wan. Komele dê îsal jî roja 15’ê gulanê li Odeyan Bijîjkan a Stenbolê bernameyek li dar bixe û sertîfîkayên xwendekarên xwe bide wan. Di bernameyê dê helbest bên xwendin, sînevîzyonek bê temeşekirin û dengbêj kilaman bêjin.    ‘XWEDÎ LI ZIMANE XWE DERKEVIN’   Xwendekarên komeleyê ku dê roja 15’ê gulanê sertîfîkayên xwe yên mamostetiyê bigirin ji Ajansa Mezopotamyayê re axivîn û nêrînên xwe yên têkildarî zimanê kurdî parve kirin.    Xwendekar Rojbîn Dîlan Duman diyar kir ku Ji bo xwedî li hebûna xwe derkeve hatiye komeleyê û wiha got: “Li vir dixwazim zêdetir hînî zimanê xwe bibim. Berî ku bêm vir heya min ji girîngiya zimanê min tune bû. Min peyvîn bi tirkî dixist nav axaftina xwe. Em bi hişmendiya tirkî difikirin û wisa jî nezî kurdî dibûn. Hatina min  a vêderê ji bo rastkirina van tiştan pir baş bû. Ez bang li hemû hevalên dilxwaz ên ku dixwazin kurdî hîn bibin dikim ku werin vir û xwedî li zimanê xwe derkevin.”   ‘TIŞTEK PIR XWEŞE’   Xwendekar Gulistan Baran destnîşan kir ku hinkirina zimanê kurdî ji bo wê gelekî girîng e û wiha axivî: “Di nav malbatê de kurdî tê axaftin, lê ji ber ku dixebitim, bi malbata xwe re gelek dem derbas nakim. Ji ber vê yekê kurdiya min tune bû. Wexta diaxivîm çend peyvên min bi kurdî bûn ên din giştî bi tirkî bûn. Lê ez niha bi zimanê xwe diaxivim û li ser zimanê xwe lekolîna dikim. Ev yek ji bo min tişteki pir xweşe.” Baran di berdewamê de qala bîranîneke xwe jî kir û ev tişt anî ziman: “Rojekî bi yekî tirk re li ser siyasetê diaxivîm. Gote min ‘Tu nizanî zimanê xwe biaxivî hatî qala mafên xwe dikî.’ Ew ji bo min bu sedemek mezin. Niha ez bi zimanê xwe diaxivim, dizanim ev tişteki pir xweşe.”   ‘HER DU HEST NE YEK IN’   Xwendekar Rênas Yildiz diyar kir ku di pîrozbahiya komeleyê de dê ew jî helbestekî bixwîne û ev tişt gotin: Kesên ku li derên cuda hînê kurdî dibin, bizanibin ku berxwedana gele kurd çiqas pîroz e divê zanibin ku ewqas jî zimanê kurdî pîroz e. Em çiqas li ber xwe bidin divê ewqas jî ji bo zimanê kurdî li ber xwe bidin. Jixwe zimanê kurdî amûreke berxwedanê ye.” Yildiz di berdewamê de jî ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Ez di nava hefteyê de diçim dibisatanê hînî zimanê fransî jî dibim, dawiya hefteyê ez têm vir zimanê kurdî dibînim. Lê her dû hest ne wek hevin.”    ‘ÇIQAS HÎN DIBIN EWQAS HÊZ JE DİKİN’   Xwendekar Zeynep Rana da zanîn ku zimanê kurdî berxwedaneke mezin dide û wiha got: “Her sal mamoste û xwedekarên me zêde dibin. Gava em li zimanên din dinerin, tev bi awayeki bûne zimanê fermî yan jî dewlet ew parastine. Lê tiştekî wisa ji bo zimanê kurdî tuneye.  Bi hestên mirovan, şagirtan, bi hestê mamosteyan ev tişt bi awayekî berdewam dike. Xwendekarên tên vir çiqas hîn dibin ewqas jî hez dikin.”   ‘BILA KARÊ ROJANE BI KURDÎ BIKIN’   Xwedekarê Ahmet Altay jî bal kişand ser helwesta  sazi û dezgehên kurd a ji bo zimanê kurdî ev tişt anîn ziman: “Dixwazim ku sazî û rêxistinên kurd ji îro şunda zedetir bala xwe bidin ser kurdî û karê xwe yê rojane bi kurdî bikin. Kurdî roj bi roj ber bi windabûnê ve diçe. Dema ku sazî û rexistinên kurd karê xwe yê rojane bi kurdî nekin dê zimanê kurdî zûtir ber bi tunebûnê ve biçe. Ji ber vê yekê saziyên kurdan ên ku li metropolan e divê zedetir xebatên xwe bi kurdî bikin.”   MA / SADIYE ESER