Temellî li konê fitarê fitirî 2019-05-12 20:46:23   AMED - Hevserokê Giştî yê HDP Sezaî Temellî, li konê fitarê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê fitirî.    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî li konê fitarê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku li Qada Şêx Seîd hatiye vedan fitara xwe vekir. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli , Hevserokên HDP'ê yên Navçeyên Navendî yên Amedê, Parlementerên HDP’ê Mûsa Farisogulari û Remziye Tosûn jî li gel Temelî beşdarî bernameya fitarê bûn. Temellî, di fitarê de welatiyên hatin li kon fitara xwe vekirin silav kir û li gel wan sohbet kir.