Serokê Baroya Amedê Aydin: Ji bo dayik êşê nekişînin em li gel wan in 2019-05-12 18:24:33   AMED - Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, piştgirî da dayikên ku ji bo balê bikişîn ser daxwazên zarokên xwe yên di grevê de, li Parka Koşuyoluyê meşiyan û wiha got: "Ji bo di Roja Dayikan de di hemû qadên jiyanê de dayik êşê nejîn em il vir in. Em li gel dayikan in."    Dayikên ku zarokên wan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, bi armanca balê bikişînin ser daxwazên zarokên xwe dîsa li Parka Koşuyolu ya Amedê kom bûn û çalakî pêk anîn. Dayikên ku li qada Turgut Ozal  li hev kom bûn, bi tevlêbûna Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Musa Farisogullari û Semra Guzel, Nûnerên Tevgera Jinên Azad (TJA), Baroya Amedê, Odeya Tabîban a Amedê, Endamên ÎHD'ê ya Amedêy, Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) nêzî 10 deqîqeyan çalakiya rûniştinê li dar xistin. Daylik bi çepik, tilîlî û dirûşmeyên “Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin", “Bijî berxwedana zindanan” û "Silav hezar silav li berxwedana zindanan" berz kirin û meşiyan.    'DIVÊ TECRÎD TEQEZ RABE'    Di çalakiyê de Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, diyar kir ku bi armanca bibin dengê dayikên ku bi rojan in ji bo daxwaza zarokên xwe li kolanan in û rastî lêdê tên, li vir in û wiha got: "Em mafê jiyanê diparêzin. Parka Koşuyolu bi awayekî pir pir xerîb û nayê famkirin hatiye dorpêç kirin. Em dixwazin hemû kolanên vî bajarî ji bo pêşandanên aştiyê bên vekirin. Li dijî dayikên me muameleyên xerab nebin. Ji bo di Roja dayikan de tu dayik êşan nejîn em li vir in. Em li cem dayikan in. Tişta dixwazin ewe ku dewlet hiqûqa xwe pêk bîne. Li gorî qaqûna bingehîn her kez her ziman, bawerî nijad û reng li pêş qanûnê wekhev in. Li gorî vê rêgeza hiqûqê divê tecrida mutlaq bê rakirin. Ji bo aştiyê ev gavek lazim e."    Piştre Dayika Mehmet Veysel Ateş ê li Girtîgeha Tîpa T a Amedê ji 1'ê Adarê de di grevê de ye Aysel Ateş wiha got: "Îro Roja Dayikan ku tê pîrozkirin ji bo me bûye roja reş. Dayik li qadan ne ji bo şer ji bo aştiyê dimeşin. Ez bang li hemû dayikan dikim. Em dayik in. Ji bo zarokên me bijin em li qadan in. Em ji bo vê têkoşînê ji mirinê re jî amade ne. Dema ez hatim qadê min polîsek jin hembêz kir min got tu jî keça min e. Em ji her tiştî re amade ne. Piştî daxuyaniyê girse ber bi qada Komeleya Piştevaniya Malbatnên Girtiyan (TUAY-DER) ve meşiyan. Dayikan di meşê de dirûşmeya “Amed ranezê li dengê zindanan xwedî derkevin" berz kirnin. Dayikan piştre li vir têkildarî Roja Dayikan daxuyanî dan.    Piştre Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata, axivî û wiha got: "Li Tirkiye 186 rojin greva birçîbûnê heye. 13 rojin Rojiya Mirinê heye. Xwedî me li şûna rojiya mirinê û greva birçîbûnê bi rêbazên din dengê xwe bilind kiribûna. Lê rê û rêbazên din nehatine hiştin. Li vî welatî zagon hene. Lê dema mijar dibe çareseriya demokratîk ev zagon ji holê radibin. Li Tirkiye li gorî zagonan mafê her girtî yê ragihandin û agahdarkirinê heye. Ev maf divê her dem bê parastin. Vîna milyonan ku wekî navnîşana çareeriyê nîşan da, dewletê di sala 2013’an de heyet şand Îmraliyê û pêvajoya demokratîk da destpêkirin. Gel di sala 2006'an de Birêz Ocalan wekî vîna siyasî qebûl kir û 3 milyon û 343 hezar îmze kom kirin."    Dayika girtiyan Yesure Tufan jî bang li Serokomar Erdogan kir û wiha got: "Ger ku di Roja dayikan de dixwaze diyariyê bide me, divê tecrîdê bi dawî bike. Wê demê em ê Roja Dayikan pîroz bikin."