Dayikên li Gebzê di nobetê dene: Ev 10 salin Roja Dayikan pîroz nakim 2019-05-12 16:15:20 KOCAELÎ - Dayikên girtiyan, bi armanca balê bikişînin ser grevên birçîbûnê, xwestin li ber Girtîgeha Gebze çalakiya nobetê li dar bixin, lê ji ber ku polîsan dayik asteng kirin, çalakiya rûniştinê pêk anîn. Dayika Zeynep Calihan, diyar kir ku ev 10 salin Roja Dayikan pîroz nake.   Çalakiya nobetê ya malbatên girtiyên zarokên wan li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê dene, ya li ber Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebze di roja 34’emîn de dewam kir. Malbat, li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Gebzê kom bûn. Parlementera HDP’ê Şevîn Coşkûn, parêzerên endamên OHD’ê û gelek welatî piştgirî dan malbatan. Welatiyan qûrnefîl li dayikan belav kirin û Roja Dayikan pîroz kirin.    Dayikên ber bi girtîgehê ve ketin rê, li ser Cadeya Bagdatê rastî astengiya polîsan hatin. Di vê navberê de, polîsan gef li rojnamegerên çalakiya dayikan dişopandin xwarin. Polîsên ku rojnameger dorpêç kirin, ji cihê çalakiyê dûr xistin. Malbatên heya demekê li ser Caddeya Bagdatê çalakiya rûniştinê pêk anîn, dûre bi berzkirina tilîlî û dirûşmeyan derbasî avahiya HDP’Ê ya Gebzeyê bûn.   ‘EM LI BENDÊNE KU DAXWAZ BÊN QEBÛL KIRIN’   Şevîn Coşkûn di daxuyaniya li avahiya HDP’ê hat lidarxistin axivî û wiha got: “Di Roja Dayikan de jî dayik asteng kirin. Dayik li Amed, Bakirkoy, Wan û Êlihê, ji bo ku ‘zarok nemirin’ di herikin qadan, lê rastî her cure tundiya polîsan tên. Em li bendêne ku daxwazên dayîkên me bên qebûlkirin. Êdî saet jî pir girîngin. Em dixwazin demildest tecrîda li ser Birêz Ocalan rabe. Şert û mercên hevdîtinê yên bi malbat û parêzerên wî re bên sererast kirin.”   Dayika Hatîce Calîhan a li Girtîgeha Gebze girtiye Zeynep Calîhan, diyar kir ku ew carek din hatin astengkirin û wiha got: “Ev 10 salin ez Roja Dayikan pîroz nakim. Çi roja ku Abdullah Ocalan azad bibe, çalakiyên zarokên me bi dawî bibin û azad bibin, wê demê emê Roja Dayikan pîroz bikin.”   Piştî daxuyaniyê çalakiya dayikan bi berzkirina tilîliyan bi dawî bû.