RTUK'ê herî zêde ceza li Fox TV û Halk TV birî 2019-05-12 14:25:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê CHP'ê yê Eskişehirê Utku Çakirozer lîsteya cezayê Saziya Jor a Televizyon û Radyoyan (RTUK) a ji cileya 2018'an heta niha li qanalên televizyonan hatiye birîn amade kir. Li gorî lîsteyê RTUK'ê herî zêde ceza li Fox TV û Halk TV biriye.      Parlamenterê CHP'ê yê Eskişehirê Utku Çakirozer der barê cezayên ku RTUK'ê li televizyonan biriye bi armanca bersivandinê pirsname dabû Cîgirê Serokomar Fuat Oktay. Piştî têkildari mijara RTUK'ê Wezareta Çand û Turîzmê pirs berisvandin, Çakirozer, lîsteya cezayên li televizyonan birîne parve kir. Li gorî vê yekê RTUK'ê 89 caran cezayê rawestina bernameyan birîye. 71 caran weşana qanalan hatiye rawestandin. RTUK'ê di nava 13 mehan de 1541 cezayê pereyan birîye. RTUK, li saziyên weşanê bi giştî 45 milyon û 484 hezar û 487 TL cezayê pereyan birîye. RTUK'ê di nava van cezayan de bi giştî 19 caran li Fox TV ceza birîye. Çakirozer destnîşan kir ku di nava salekê de li Fox TV 8 milyon û 865 hezar û 143 TL  cezayê pereyan birîye. 18 caran ceza li Halk Tv biriye. Di navbera sibata 2018 û Nisana 2019'an de 5 caran bername rawestandiye û 13 caran jî cezayê pereyan birîye. Bi giştî 204 hezar û 780 TL cezayê pereyan birîye. Dîsa li qanala Ulusal li 3 bernameyan 55 hezar û 244 TL cezayê pereyan birîye û bi giştî 5 caran ceza hatiye birîn.    Çakirozer, destnîşan kir ku di heman pêvajoyê de li qanalên nêzî hikûmetê li A Haber 1 carê 27 hezar û 813 TL cezayê pereyan birîye. Li 24 TV 4 caran cezayê pereyan birîye. Bi giştî 61 hezar û 438 TL. Li Akit TV 5 caran cezayê pereyan birîye. 3 caran cezayê pereyan birîye. Bi gişTî 56  hezar û 588 TL. Li Beyaz TV 6 caran ceza birîye. 4 caran cezayê pereyan bi giştî 239 hezar û 68 TL. Li TGRT Haber 2 caran ceza birîye. 24 hezar û 753 TL cezayên pereyan birîye. Li Ulke TV jî carekê cezayê hişyariyê birîye.