‘Çi dema ku em bibin dengê dayikan, dê wê demê Roja Dayikan bi weta bibe’ 2019-05-12 10:16:01   EDENE - Berdevkê Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Navenda ÎHD’ê Îlhan Ongor, bertek nîşanî tundiya polîsan a li dijî dayikên girtî da û got: “Çi dema ku em bibin dengê dayikên girtiyên di greva birçîbûnê de ku li kulanan rastî tundiyê tên û Dayikên Şemiyê yên aqûbeta zarokên xwe yên winda dipirsin, wê demê dê Roja Dayikan bi wate bibe.”   Berdevkê Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Navenda Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Serokê Şaxa ÎHD’a Edenê Prz. Îlhan Ongor, bertek nîşanî mudaxile û êrîşên polîsan ên li dijî dayikên girtiyên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de.    Ongor, diyar kir ku 743 dayik li girtîgehan bi zarokên xwe re dimînin û wiha axivî: “Di vê mijarê de hîna tu caresî nehatiye dîtin û ev hejmar her roja diçe zêdetir dibe. Li gorî danayên 2018’an, 45 jinên ducanî di girtîgehan dene. Ne tenê ji bo dayikan, ji bo zarokên biçûk jî, şert û mercên girtîgehê ji bo jiyanek bi tendurist ne guncawin.”   DAYIKÊN ZAROKÊN WAN DI GIRTÎGEHAN DENE    Ongor, bal kişand ser Roja Dayikan û wiha got: “Îro zarokên bi hezaran dayikan li girtîgehan di grevên birçîbûnê dene û ev dayik ji bo ku zarokên wan jiyana xwe ji dest nedin, dikin qîr û hewar. Kesên ku dayikekê bi zaroka wê dide ceribandin, divê hesabgirê wijdana xwe biin. Ji bo ku dayikên îro li kolanan bang dikin û dibêjin ‘cigera min dişewite’ fêm kirin, mirovbûn pêwîste. Kesên ku dixwazin pirsgirêk bên çareser kirin û li hemberî vê hewara dayikan bêdeng dimînin, tu wateya gotinên wan ên ji bo Roja Dayikan tuneye. A girîng ew ku ev êş, trevma û hestên dayik dijîn, fêm kirine.”   'BILA DILÊ DAYIKAN NEŞEWITE’   Ongor, da zanîn ku rengê rondikên tuneye û wiha bilêv kir: “Reng, ziman û nasnemya rondik û dilê dayikan tuneye. Ger em rengê dayikan fêm bikin, emê wê demê karibin nirxên mirovahiyê biparêzin. Çi dema ku em bibin dengê dayikên girtiyên di greva birçîbûnê de ku li kulanan rastî tundiyê tên û Dayikên Şemiyê yên aqûbeta zarokên xwe yên winda dipirsin, wê demê dê Roja Dayikan bi wate bibe.”   Ongor, bang li hemû kesan kir ku guh bidin dengê dayikan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo ku li ser vê erdnîgariyê carek din dilê dayikan ne şewite, werin em bi hevre zarokên wan bidin jiyîn. Ev dê bibe diyariya herî mezin û xweşik a Roja Dayikan.”