Ji bo debarê karê herî zehmet dikin 2017-11-16 09:14:50 EDENE – Zarokên Helebê ku li gel malbatên xwe neçar man koçberî Edeneyê bikin, ji serê sibê heta êvarê li kolanan dixebitin û rojê 30-40 TL qezenc dikin.  Li gorî daneyên sala 2017’an a Miduriyeta Giştî ya Îdareya Koçberiyê 2 milyon û 969 hezar koçberên Sûriyê ji ber koçberiya bi darê zorê neçar mane ku li Tirkiyeyê bicih bibin. Li gorî heman daneyan ji van penaberan 150 hezar û 670 kes li Edeneyê dimînin û têkoşîna jiyanê didin. Wek li her bajarê zarok li gel malbatên xwe yên penaber li Edeneyê jî di karên erzan de tên xebatandin. Di karên zeviya, tekstîl, înşat an go di karên berhevkirina tiştên kêrnehatî de dixebitin û têkoşîna debara jiyanê didin meşandin.    Yek ji welatên herî zêde zarok lê dixebitin Tirkiyeyê û zarokên karker ên penaberên Sûriyê jî li van daneyên îstatîkê zêde bûn. Li Tirkiyeyê Di sala 2012’an de hejmara zarokên karker 601 hezar bû. Di sala 2016’an de ev hejmara zarokên karker gihîşt 708 hezarî. Li gorî daneyên TUÎK’ê ji van zarokên karker ji sedî 78 li derveyî qeydê tên xebitandin. Ji 708 hezar zarokî nêzî 150 hezarî bi sîgorta dixebitin. Ji her 10 zarokên dixebitin jê 8 zarok li derveyî qeydê dixebitin. Zarokên li derveyî qeydê tên xebitandin di serî de li karê berhevkirina tiştên kêrnehatî de dixebitin.    TÊKOŞÎNA JIYANÊ YA ZAROKÊN HELEBÊ    Hema bêje li her kolanên Edeneyê zarokên penaber ên Sûriyê kaxiz, şûşe, tiştên plastîk û naylonan berhev dikin. Zarokên karker an duçerxên bi şarjê dixebitin ango bi erebokên destan li kolanan tiştên kêrnehatî berhev dikin û xwe di nav têkoşîna jiyanê ya dilkevir de dibînin. Zarok li kolanan her cûre talûkeyê didin ber çavên xwe û bi awayek bê tenduristî ji serê sibê heta êvarê bênavber dixebitin. Zarok bi buhayê 30-40 TL’iyan dixebitin. Balkêşe hema bêje hemû zarok ji bajarê Helebê yên Sûriyê ne.    'LI VIR JIYAN ZOR E’    Yek ji van zarokan Muhammed Ahmed ê 15 salî ye. Ahmed destnîşan kir ku her sibe zû radibe bi ereboka xwe kolan bi kolan digere tiştên kêrnehatî berhev dike û zehmetiya kar wiha şîrove dike: “Karek gelek zor e. Ji serê sibê heta tariya êvarê em digerin û tiştên kêrnehatî berhev dikin. rojê 30-40 lîreya qezenc dikim. Ev nêzî salekê ye dixebitim. Ez li gel malbata xwe em di xaniyek bi kirê de rûdinên. Li vir jiyan gelek zehmet e.”    ‘KARÊ ME DIJWAR E’    Zarokê 14 salî Huseyîn Zekî jî diyar kir ku ew bi duçerxa ku bi şarjê dixebite tiştên kêrnehatî berhev dike û got: “Piraniya zarokên ji Sûriyê bi berhevkirina tiştên kêrnehatî ji malbatên xwe re dibin alîkar. Rojê 30-40 lîreya qezenc dikim. Karê min gelek dijwar e. Zabite ji me re dibin asteng. Li gel vê jî em karek bi zehmetî dikin.”    MA / Hamdullah Kesen