Benek: Ocalan, avakar û temînata aştiyê ye 2019-05-12 09:13:14   ANTALYA – Azad Benek ê 73 roj in di greva birçîbûnê de ye û piştî hat berdan li malê çalakiyê didomîne, got: "Ocalan, avakar û temînata  aştiyê ye."    Azad Benek ku di 1'ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê,  li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir, piştî aht berdan çalakiya xwe li malê didomîne. Benek ji Qilebena Şirnexê ye, lê belê di sala 1996'an de li Antalyayê hatiye dinê. Wexta xwendekarê Zanîngeha Akdenîzê bûye gelek caran polîsan tahde lê kiriye û hatiye binçavkirin. Ji ber zext û zoriyên polîsan mecbûr maye dev ji dibistanê berde. Di 15'ê Çileya 2019'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hatiye girtin û di 7'ê Gulanê de bi şertê kontrolkirina edlî hat berdan. Benek ku niha li malê di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku çalakiya wan çalakiyeke mafdar e û ew dixwazin dewlet li gor qanûnên xwe tev bigere û got: "Divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe. Tenê ne Ocalan û gelê kurd, tecrîd tesîr li gelên Rojhilata Navîn û aştiyê jî kir."    'HELWESTA ME ZELAL E'    Benek, bilêv kir ku li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê 43 girtî di greva birçîbûnê de ne û rewşa girtiyên jin xirab e. Benek, got: "Lê dîsa jî li hember tecrîdê em ê teslîm nebn. Vîna me saxlem e, moral û motîvasyona me pir baş e. Îdareya girtîgehê bi zanebûnî, wexta hevdîtina parêzeran tîne wexta  xwarinê. Bi vî awayî dixwaze berxwedanê sabote bike. Lê li hemberî van polîtîkayan helwesta me zelal e. Heta tecrîda li ser Birêz Ocalan û gelê kurd bi dawî nebe, hem li hundur hem jî li derve wê çalakiya me dewam bike."    Benek, destnîşan kir ku hevdîtina 2'yê Gulanê ya parêzeran a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re nayê wateya bidawîbûna tecrîdê. Benek, anî ziman ku mudaxileya li ser dayikên girtiyan nayê qebûlkirin û got: "Her ku dewlet tecrîdê giran dike bêhna gelên Tirkiyeyê diçike. Heta tecrîd bi dawî nebe wê grevên birçîbûnê dewam bikin. Birêz Ocalan, avakar û temînata aştiyê ye."    MA / Hamdullah Kesen