ROJEVA 12'Ê GULANA 2019'AN 2019-05-12 09:02:33   * Nivîskar Faîk Bûlût, peyama Ocalan a bi rêya parêzerên xwe re şand û qewimînên li Rojhilata Navîn nirxand û got: "Ocalan ji hêla kurd re dibêje 'karê xwe bi dîplomasiyeke baş bikin.' Ji bo Tirkiyeyê jî xwestiye bêje 'Biaqil be. Eger tu bi dîplomasiyeke rasyonel nêî çareserkirina pirsgirêkê bibî, wê ji Rojava tu zirar negihê te.'"    * Engîn Okûdûcû ku 127 roj in di greva birçîbûnê de ye, ragihand ku ji devê wî xwîn tê û got: "Lê bedêl çi dibe bila wê çalakiya me dewam bike. Heta tecrîd bi dawî nebe e ê dev ji çalakiya xwe bernedin."    * Li navçeya Yakûtiye, ne esnafên bazarê ne jî welatiyên tên bazarê ji rewşa aborî nerazî ne. Welatiyê bi navê Bunyamîn Gulluce got: "Ev heqê min e. Çimkî min jî denegê xwe da wan (AKP)." Welatiyê bi navê Ebûbekîr Kiran jî got: "Hingî we ew parast halê me ev e."    * Endama Meclisa Jinan a HDP’ê Aysel Erol bûyera fûhûşê ya ku dema qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê pêk hatibû nirxand. Erol diyar kir ku aresteyeke bi zanebûne û bûyerê weke tacîzeke ku di bin kontrola dewletê de pêk hatiye pênase kir.    * Mehmet Aydin ku kurê wê Rojhat Aydin li Girtîgeha Tokatê di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku kurê wî 73 kîlo bû lê niha bûye 50 kîlo.    * Huseyîn Aydin ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê di greva birçîbûnê de ye, nameyek şand û destnîşan kir ku tenduristiya wan xirab dibe, îdareya girtîgehê ava fêkiyan û tiştên avî nade wan.    * Azad Benek ku 73 roj in di greva birçîbûnê de ye, piştî hat berdan çalakiya xwe li malê didomîne. Benek, got: "Ocalan, avakarê aştiyê ye."    * Dayikên ku zarokên wan di greva birçîbûnê de ne, diyar kirin ku di Roja Dayikan de wê diyariya herî xweş qebûlkirina daxwaza zarokên wan be.    * Wezîrê berê Ertûgrûl Gunay, biryara YSK'ê ya betalkirina hilbijartina Stenbolê nirxand û got: "Ne mimkun e ku bi awayekî mayînde deng ji AKP'ê ber bi CHP'ê ve biçin, lê belê di 23'yê Hezîranê de di şexsê Îmamoglû de dibe hin 'dengên emanet' ber bi CHP'ê ve biçin."   *Rêxistina HDP'ê ya Dersimê ji bo balê bikişîne ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê dê li Qada Seyît Riza kom bibin û di roja 7'emîn de çalakiya rûniştinê  pêk bîn.    * Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê, bi armanca balê bikişîne ser çalakiyên grevên birçîbûnê û rojiya mirinê, dê li Qada Azadiyê ya Qoserê daxuyanî bidin. (12.00)   * Malbat û dayikên girtiyên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, dê li Gebze, Bakirkoy û Qada Esenyurtê ji bo piştevaniya zarokên xwe, dê çalakiyên xwe yên nobetê dewam bike. (12.00-19.00)   *Dayikên Aştiyê, TÎHV û ÎHD'ê, bi awayekê hevpar dê konferansa "Têkoşîna Windayên dibin çavan de ya ji Qada Galatasarayê heya Plaza de Mayo ya Edalet û Heqîqetê' li Salona Konferansê ya Şaxa TMMOB'ê ya Stenbolê pêk bîne. (10.30-17.30)   *2'yemîn Kongreya Awarte ya Rêxistina HDP'ê ya Amedê, dê bi tevlîbûna Hevserokê Giştî Sezaî Temellî li Tesîslerê Demîrok bê li darxistin. (10.00)    *Nivîskar û rojnamegerên Kurd, ji bo ku Înîsiyatîfa Ronakbîrên Kurd ava bikin, dê li Şaxa 1'emîn a Egîtîm Sena a Amedê bên gelhev. (14.00)