Akademîseyanê Aştiyê Tuna Altinel hat girtin 2019-05-11 15:55:32   BALIKESÎR – Ji akademîsyenên danezana aştiyê îmzekirin Doç. Dr. Tuna Altinel li Balikesîrê hat binçavkirin û li ser daxwaza dozger hat girtin.    Doç. Dr. Tuna Altinel a ji Beşa Matematîkê ya Zanîngeha Lyon 1 bi boneya danezana “Em nebin şirîkê vî sûcî” îmze kir û di nava Akademîsyenên Ji Bo Aştiyê de cih girt, polîsan duh li Balikesîrê ew binçav kir. Altinel piştî kar û barên binçavkirinê li ser daxwaza dozger hat girtin. Tevlîbûna Altinel a beşdariya konferansek li Fransayê ji bo girtinê hêcet hat nîşandan.