'Roja dayikan e, lê tişta ku tînin serê dayikên girtiyan li holê ye’ 2019-05-11 15:30:26 STENBOL / ENQERE - Parêzvanê mafê mirovan li Stenbol û Enqereyê bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş. Endama Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD’ê Hatîce Onaran got: “Sibê Roja Dayikan e. Yên li ser îktîdarê gellek behsa pîroziya dayikanbûnê dikin, lê tişta tînin serê dayikên girtiyan li holê ye.”    Endamên Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê bi daxwaza girtiyên nexweş bên berdan di hefteya 372’yemîn de xwestin li Qada Galatasarayê çalakiya “Rûniştina F” li dar bixin. Polîsan parêzvanê mafê mirovan asteng kir û li ser vê çalakiyê li ber avahiya ÎHD’ê ya li Taskîmê pêk anîn. Parêzvanan wêneyên girtiyan hildan û pankarta “Bila girtiyên nexweş bên berdan” vekirin.    Endama Komîsyonê Hatîce Onaran daxuyanî xwend û bal kişand ser girtiya nexweş Gulser Ozbay. Onaran bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên l dijî tecrîdkirina Ocalan û bertek nîşanî pêkanîna polîsan a li dijî dayikan da. Onaran bi bîr xist ku sibê Roja Dayikan e û got: “Sibê Roja Dayikan e. Yên li ser îktîdarê gellek behsa pîroziya dayikanbûnê dikin, lê tişta tînin serê dayikên girtiyan li holê ye. Dayik qîr dikin ku zarokên wan jiyana xwe ji dest nedin.”    REWŞA OZBAY GIRAN E    Onaran anî ziman ku girtî Gulser Ozbay di hezîrana 1992’an de hatiye girtin û îşkenceyên giran lê hatine kirin û cezayê muebetê lê birîne. Onaran got Ozbay niha li Girtîgeha Jinan a Şakrana Îzmîrê tê ragirtin, gellek nexweşîn pê re peyda bûne û rewşa wê giran e. Onaran xwest Ozbay li tavilê bê berdan.    ENQERE    Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî li Enqereyê di hefteya 245’emîn de li ber avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê li hev kom bûn û bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş. Endama Desteya Rêveberiya Navenda ÎHD’ê Nuray Çevîrmen daxuyanî da û bal kişand ser ewşa girtiyê nexweş  Hasan Aşkin ê li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê tê ragirtin.    ‘457 GIRTIYÊN NEXWEŞ ÊN GIRAN HENE’    Çevîrmen anî ziman ku ji ber şertên nebaş û binpêkirina mafan li girtîgehan mirin zêde dibin û got: “Li Tirkiyeyê hezar û 330 girtiyên nexweş hene. Ji van girtiyan 457 girtî rewşa wan giran e. Hemû girtî li benda çareseriyê ne. Hema bêje ji hefteyê carek girtiyen jiyana xwe ji dest dide. Gellek girtiyên rewşa wan girane jiyana xwe ji dest didin.”    ‘EMELIYAT NEKIRIN’    Çevîrmen bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Hasan Aşkin ê li Girtîgeha Boluyê û gellek nexweşîn pê re derketine û wî ji bo tedawiyê sewqî Enqereyê kirine lê ji ber qawîşa mehkûman tunebûye emeliyat nekirine. Çevîrmen got bêyî ku tedawiya Aşkin bê kirin wî carek din şandine hepsê û xwest di şexsê Aşkin de hemû girtiyên nexweş bên berdan.