‘Roja bêhiqûqî biqede em ê Roja Dayikan pîroz bikin’ 2019-05-11 14:49:42 AMED / ÊLIH – Xizmên Windayan li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan pirsîn û gotin ji bo wan Roja Dayikan roja ku dawî li bêhiqûqiyê û neheqiyê were ye.    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 535’emîn de li avahiya Şaxa ÎHD’a Amedê çalakiya “Bila Winda Bên Dîtin û Kujer Bên Darizandin” li dar xist û li aqûbeta windayan pirs kirin. Nûner^ne partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî çalakiyê bûn.    Rêveberên ÎHD’ê bi boneya Roja Dayikan qurnefil dan jinên beşdarî çalakiyê bûn.    ‘TUNDIYA LI DIJÎ DAYIKAN NAYÊ QEBÛLKIRIN’    Serokê Şaxa ÎHD’ê Abdullah Zeytun di çalakiyê de axivî û got: “Çawa ku malbatên windayan li korîdorên edliyeyan têdikoşin, îro jî bi heman rengî malbatên girtiyan ji bo zarokên xwe bidin jiyankirin, hiqûqê bi bîra rayedaran bixin û qanûn pêk werin li qadan û li ber derê hepsan dengê xwe radigihînin. Dayik tenê ne ji bo zarokên xwe di heman wextê de ji bo aştiya civakî jî têdikoşin. Lê mixabin bi tundî û êrîşa polîsan bersiva daxwaza dayikan didin. Ev nayê qebûlkirin.”    ‘DAYIK, ROJA DAYIKAN PÎROZ NAKIN’    Sekretera Şaxa ÎHD’ê Yuksel Acer Aslan jî bi bîr xist ku sibê Roja Dayikan e û got: “Dayik ji ber zarokên xwe winda û ji ber zarokên wan li hepsan dihelin û ber bi mirinê ve diçin bi xemgînî vê rojê pêşwazî dikin û dê vê rojê pîroz nekin.”    ÇÎROKA BEDRÎ BEREK HAT XWENDIN    Rêvebera ÎHD’ê Gurbet Yavuz jî çîroka Bedrî Berek ê di 10’ê Gulana 1993’an de li Cizîra Şirnexê di binçavan de hat windakirin xwend û got ji wê rojê vir ve tu agahî ji Berek nehatiye girtin.    Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê pêk anîn.    ÊLIH    Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û Xizmên Windayan jî di hefteya 441’emîn de li avahiya Şaxa ÎHD’ê li hev kom bûn û çalakiya “Bila Winda Bên Dîtin û Kujer Bên Darizandin” li dar xistin. Gellek kes beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan. Rêveberê ÎHD’ê Mehmet Zekî Tanguner di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ji bo welat bigîhîje demokrasiyek rastî divê ewilî aqûbeta windayan bê eşkerekirin û kujer bên darizandin.    Tanguner serhêpahtiya windabûna Ahmet Tekîn ê di gulana 1994’an de dema ji Amedê diçû navçeya Licê, cendirmeyan ew binçav kir û carek din agahî jê nehat girtin vegot.     Piştî axaftinê 5 deqîqe çalkiya rûniştinê li dar xistin.