Malbatên li Gebzeyê: Kes nikare me asteng bike 2019-05-11 14:26:41   KOCAELÎ – Li ber Girtîgeha Gebzeyê çalakiya malbatên girtiyan di roja 33’yemîn de hat astengkirin. Malbatan bertek nîşanî polîsan da û gotin: “Em ji bo zarokên xwe li vir in. Kes nikare me asteng bike.”    Malbatên girtiyên bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne di roja 33’yemîn de xwestin li ber Girtîgeha Jinan a Gebzeyê çalakiya xwe li dar bixin. Malbat li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Gebzeyê kom bûn. Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Şevîn Coşkun û parêzerên endamên Komeleya Ji Bo Azadiyê Hiqûqnas (OHD) piştevanî dan malbatan. Polîsên derdora girtîgehê ku bi rojane dorpêç kirine, malbatên ku bi rê ketin û hatin nêzî girtîgehê asteng kirin.    Malbat ji wesayîtên xwe derketin û xwestin biçin ber deriyê hepsê, lê polîsan nehişt. Malbatan bertek nîşanî helwesta polîsan a astengdar dan û wiha gotin: “Em ji bo zarokên xwe li vir in. Kes nikare me asteng bike. Zarokên me li ber çavê her kesî diçin mirinê. Em dayik nikarin li malên xwe rakevin. Divê însaniyetî vê yekê qebûl neke.”    Nîqaşê demek dom kir û pişt re malbatan bi berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana zîndanan” li wesayîtên xwe siwar bûn û vegeriyan.