Bahçelî: Bila Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinan bike 2019-05-11 13:57:51   ENQERE – Serokê Giştî yê MHP Devlet Bahçelî têkildarî niqaşên hilbijartinê daxuyaniyek da û Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû rexne kir. Li ser pirsa têkildarî hevdîtin û daxuyaniyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî Bahçelî ev tişt got: “Li gorî min bila bi parêzerê xwe re hevdîtin bike.”   Serokê Giştî yê MHP Devlet Bahçelî têkildarî niqaşên hilbijartinê daxuyaniyek da û Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû vexwend rakirina destnadayînê. Bahçelî pirsa, ‘Îmamoglû dibe lîderek nû?’ jî wiha bersivand: “Divê lîderiyê wiha hêsan nefikire.” Bahçelî piştgiriya hunermenda ya ji bo Îmamoglû jî wiha nirxand: “Televîzyon, li Tirkiyeyê hunermendên ku tunene dike heyî. Ez wan li ber çav nagirim.” Bahçelî piştgiriya mîzahvan Cem Yilmaz jî rexne kir û got ku dê ji niha şûn ve ji Cem Yilmaz hez neke. Her wiha Bahçelî têkildarî nirxandinên Endamê Lîjneya Dîvana Galatasaray Hayrî Kozak jî axivî û xwest ku rêveberiya Galatasaray Kozak recm bike.    BILA OCALAN BI PARÊZERÊN XWE RE HEVDÎTINAN BIKE   Bahçelî destnîşan kir ku Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû bixwe rakirina destnedana xwe bixwaze dê di hêla demokratîkbûnê de ehlaqîtir be. Bahçelî li ser pirsa têkildarî hevdîtina parêzeran a bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re jî ev bersiv da: “Li gorî min bila bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike.”