Ji bo 15 rojan kolan û qad li çalakiyan hat qedexekirin 2019-05-11 12:17:30 SÊRT – Walîtiya Sêrtê bi hêceta çalakiyên grevên birçîbûnê bi dema 15 rojan kolan û qad ji çalakiyan re qedexe kir.    Walîtiya Sêrtê ji bo sererastkirina çalakî û şahiyên li tevahiya bajêr pêk werin biryarek girt. Li ser daxwaza Miduriyeta Emniyeta Sêrtê di biryara hat girtin de bi hêceta çalakiyên greva birçîbûnê bi dema 15 rojan kolan û qadan li çalakiyan qedexe kir. Qedexeyê ji 9’ê gulanê dest pê kir û dê heta 23’ê gulanê dewam bike.