Ji ber şermezarkirina Komkujiya Roboskî hevserokê HDP’ê girtin 2019-05-11 12:00:58   RIHA – Hevserokê HDP’a Rihayê yê berê Mehmet Vural ji bo beşdarî protestoya Komkujiya Roboskî bû û ceza lê hat birîn hat binçavkirin.    Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Rihayê yê berê Mehmet Vural bi boneya beşdarî şermezarkirina Komkujiya Roboskî bibû û ceza lê hatibû birîn, vê sibehê cendirmeyan bi ser mala wî ya li taxa Kela Çimdînê ya Wêranşarê ya Rihayê de girt û ew binçav kir.    Hat zanîn ku Vural bi hêceta beşdarî protestokirina kuştina 34 welatiyên Robsokî bûye 5 sal û 2 meh ceza lê hatiye birîn. Vural piştî birin Dadgeha Rihayê û biryara girtina wî li pêşberî wî xwendin, şandin Girtîgeha Tîpa T a Rihayê