Derhêner Demîrcî: Piştevanî jiyan bi xwe ye 2019-05-11 11:34:17 AMED - Derhênera fîlma "Rûbarîhevketin" ku di Mihrîcana FilmAmed de hat pêşandan Nejla Demircî, bal kişand ser piştevaniya civakî ya di fîlm de derdikeve pêş û wiha got: "Piştevanî, piştgirî, xwe xistina şûna kesên din, çareserkirina pirsgirêka kesên din jiyana civakî bi xwe ye."  Derhêner Nejla Demircî bi fîlma "Rûbarîhevketin" beşdarî 7'emîn Mihrîcana FilmAmed a li Amedê didome bû. Derhêner Demîrcî, bi fîlmê xwe balê dikişîne ser nexweşiya pençeşêra pêsiran a ku herîzê li pêş e. Demîrcî, di fîlmê xwe de Ebru wekî karektera sereke dilîze. Ebrû bi têkoşîna xwe ya li dijî pençeşêra pêsîran têdikoşe. Bi vê fîlmê piştevaniya mirovan derdixe pêş. Demîrcî, têkildarî naveroka fîlm û armanca fîlm axivî. Demîrcî, anî ziman knu beriya vê belgefîlmê çêke, li ser pençeşêra pêsîran lêkokîn kiribû û wiha got: "Piştî lêkolînê min ev fîlm kişand. Dema min lêkolîn kir 2 sernavan bala min kişand. Li gori lêkolînekê jin piştî travmaya hestiyarî bi nexweşiya pençeşêrê dikevin. Li ser vê nexweşiyê ez bi pirsgirêkê jinan eleqeder bûm. Vê travma ku jinan nexweş dixe ez xistim nava lêkolînê. Sernava din jî ji ber qirêjiya endüstriyelê ye. Li ser vê yekê Prof. Onur Hamzaoglu lêkolîn kiribû. Ji ber hewaya qirêj û xwarina bi jahrînî nexweşiya pençeşêra pêsiran zêde ye."     Demîrcî, destnîşan kir kujin nexweşiya pençeşêrê wekî êrîşa li dijî zayenda xwe digirin dest û wiha lê zêde kir: "Ji vê yekê wekî nexweşî nabînin. wekî êrîşa li dijî zayenda xwe dibînin. Ji ber vê yekê ez ketin nava hewldanê û min ev fîlm kişand. Navê fîlm ji rastiya xwe digire. Fîlma Rûbarîhevketin, ji bo dîroka tekakesî jî pir bi qîmet e. Yek ji pirsgirêkên dîrokê yên herî zêde li pêş jî Rûbarîhevketin mirov bi xwe ye. Divê her mirov bi xwe re bê rûqalî hev û xwe bibîne. Ji ber ku em hesap ji paşeroja xwe napirsin û em xwe re nayên rûqalî hev, em pêşerojek bi tenturistî ava nakin. Travmaya vê nexweşiyê pir mezin e. Ji ber ku bi vê nexweşiyê mirov karê xwe, bedena xwe, hevjînê xwe û gelek tiştên xwe winda dike. Di rewşek wisa de jin ji sedî 95 ji aliyê hevalên xwe ve tên terkkirin. Di rewşê wisa giran de jin tenê dikarin bi xwe re bên rûqalî hev û rûberîhevketina xwe vê nexweşiyê derbas bikin. Ji ber vê yekê Rûbarîhevketin pir girîng e. Di fîlm de Ebru lîstikvana sereke ye. Berîya ku ez pirsan ji wan re bikim, bi wan re têbikoşim, ez demekê bi wan re jiyam. Min jiyana wan şopand."      'MIROV XWE DISPÊRE MIROV   Demîrcî, anî ziman ku piştevanî ji bo her tiştî giring e û wiha bi dawî kir: "Mirov pişta xwe dide mirov. Ev tiştekî jiyanî û civakî ye. Piştevanî, piştgirî, xwe xistina şûna ê din, çareserkirina pirsgirêkên din, ev tiştekî jiyanî û civakî ye. Ev Laçikên spî yên li vê mihrîcanê hatin belavkirin û em davêjin dora stuyê xwe piştevaniyê nîşan dide. Li Amedê dengê jinê bilind dibe. Wekî serhildanê ye. Amed bi çalakiya jinan dibe rojev. Ez vê yekê li Stenbolê wisa dizanim. Ji ber ku ez bi jinen Amedê re hatim cem hev pir kêfxweş im. Ez Dayikên Aştiye û Leyla Guven dişopînim. Min hem dayikên Aştiyê û hem jî Leyla Guven ziyaret kir ji bo min gelek baş bû. Ev Laçik hem bûn sembola FilmAmed û hem jî wê bibin sembola gelek tiştên nû. Ev ji bo min gelek baş bû. Ji niha û şûnde di her mihrîcanê de ez dixwazim laçika spî bavêjim dora stuyê xwe.    MA / Dîcle Muftuoglu - Lezgin Akdeniz