'Ji bo me dayikan diyariya herî mezin jiyankirina zarokên me ne' 2019-05-11 10:59:08 STENBOL – Dayikên girtiyan ji mehekê zêdetire ji bo piştevaniya zarokên xwe li ber Girtîgeha Gebzeyê çalakiya nobetê li dar dixin ji bo Roja Dayikan gotin: “Ji bo me Roja Dayikan nîne. Kengê tecrîd rabe û zarokên me ji greva birçîbûnê derkevin ji bo me ew roj Roja Dayikan e. Xelata herî mezin ji bo me zarokên me ne û jiyana wan e.”  12’ê Gulanê roja yekşemê Roja Dayikan e. Ji bo dayikên wan ked dane wan dê zarokên dayikên xwe hembêz bikin, destê wan ramûsin û xelatan ji dayikên xwe re diyarî bikin. Yên welat bi rêve dibin û siyasetmedarên li welat dê dîsa bi wesîleya rojê bînin ziman ku dayik bihûşt in û piyê wan bê maçkirin. Di kêliya dê ev roj biqewime û ev axaftin bên kirin, bi hezaran dayikên girtiyên di greva birçîbûnê de ne bi mehane ji bo tiştek bi zarokên wan nebe dua û niyazan dikin û li kolanan dengê xwe bilind dikin, lê şidet li wan tê kirin.    Zarokên wan dayikan ji bo hiqûqa heyî bê sepandin, bi mehane li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne. Dayikên girtiyan ji bo zarokê nwan bijîn bi rojane li ber girtîgehan, li qadan û li kolanan dengê xwe didin bihîstinê û her roj polîs şidetê li dayikan dikin, bi erdê re kaş dikin û binçav dikin.    Dayikên girtiyan bi laçikên xwe yên spî bûn remza aştiyê. Hin ji van dayikan ji mehekê zêdetire li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê ji bo zarokên xwe di çalakiya nobetê de ne. Dayik qîr dikin û dibêjin “Bila tecrîd rabe û zarokên me bijîn.” Qîr û daxwaza dayikan di demek kin de hemû dayikên girtiyan xist tevgerê û çalakî her ku çû berbelav bûn û hêj dibin.    Bi wesîleya Roja Dayikan a me ji dayikên girtiyan daxwaza wan pirs kir.     ‘WEKÎ GURÊN BIRÇÎ ÊRÎŞÎ ME DIKIN’    Dayik Hatîce Soyler diyar kir ku ji roja ewil ve di çalakiyê de cih digire û heta daxwaza zarokên wan bê qebûlkirin dê çalakiyên xwe dewam bikin. Soyler got: “Daxwaza zarokên me daxwaza me ye. Bila demildest tecrîd rabe. Em ji rewşa zarokên xwe bi endîşe ne. Em naxwazin darbest derkevin.”    Soyler behsa şideta li wan tê kirin jî kir û got: “Wekî gurên har û birçî êrîşî me dikin. Tenê em 5-10 deqîqeyan bimînin û bêhna zarokên xwe bêhn bikin bes e ji bo me. Lê walî destûrê nade vê yekê? Tevî vê yekê jî em ê qedexeyan binpê bikin. Heta tecrîd rabe kêliyek jî em ê nesekinin.”    ‘NE KULÎLKAN EM ZAROKÊN XWE DIXWAZIN’    Dayik Zeynep Calihan jî destnîşan kir ku ew dixwazin bi çalakiya nobetê bibin dengê zarokên xwe û wiha got: “Heta tecrîd rabe û çalakiyên girtiyan berdewam bike, em ê çalakiyên xwe dewam bikin. Dixwazin me di kevçiyek av de bifetisînin. Tehamula polîsan li hember nîne û xerab tevdigerin. Gelo zilma li me dikin qet difikirin? Çawa serê xwe datînin ser balgiyan? Em dayik in û em ê dev ji zarokên xwe bernedin.”    Calihan ji bo roja dayikan jî wiha got: “Du zarokên min di hepsê de ne. Keça min 10 sal in girtî ye. Em ne çîçek û gulan, em zarokên xwe dixwazin. Roja Dayikan ji bo me nîne. Kengê tecrîd rabe û çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê xelas bibe, bi Birêz Ocalan re hevdîtin bibe ji bo me Roja Dayikan wê rojê ye.”    ‘BILA BÊJIN ZAROKÊN VAN DAYIKAN NEMIRIN’    Dayik Sultan Bozkurt jî got: “Armanca me ew e ku daxwaza zarokên me bê qebûlkirin û zarokên me bijîn. Tevî hemû şidet, astengî û qedexeyan jî em ê li ber girtîgehan bin.” Bozkurt bal kişand ser Roja Dayikan jî û wiha got: “Hemin ‘bihûşt di bin piyê dayikan de ye’ wê demê bila wê gotinê bixin meriyetê. Em vê ji bo roja dayikan dibêjin. Zarokên kêlî bi kêlî dihelin û dinya li hember vê bêdeng e. Bila 3edî dengê me bibihîzin. Bila her kes derkeve û bêje ‘zarokên van dayikan dimirin, werin em nehêlin zarokên van dayikan bila bimire.’ Wê ev gotin ji bo me xelat û diyariya herî mezin be.”    ‘XELATA HERÎ PÎROZ JIYANA ZAROKÊN ME YE’    Dayik Hanîfe Bayar jî anî ziman ku têkildarî Roja Dayikan tekane daxwazê wê ew e ku tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe, çalakiyên rojiya mirinê û greva birçîbûnê bi xilas bibin û got: “Xelata herî pîroz ji bo me jiyankirina zarokên me ye.”    MA / Sadiye Eser