Çalakgera grevê: Wê encam serkeftin be 2019-05-11 10:11:15   AMED – Naîme Çelîk a li Girtîgeha tîpa E ya Amedê ketibû greva birçîbûnê, piştî hat berdan niha li malê çalakiya xwe berdewam dike. Çelîk, sedema ketina grevê wiha got: "Êz ji bo zarokên piştî min ji dayik bibin ketime greva birçîbûnê. Çalakiya min li dijî bêedaletiyê serhildan û îsyan e. Çi bibe bila bibe wê tecrîd rabe. Serkeftin ya me ye."      Çalakgera greva birçîbûnê ya 22 salî Naime Çelîk ku malbata wê ji Qoserê koçî Amedê kiriye û niha li Navçeya Rezan dijî, li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ji 1'ê Adarê de di greva birçîbûnê de ye. Çelîk li Amedê ji dayik bû. Hêj ew ji dayik nebûbû, malbata wê di salên 90’an de ji navçeya Qoserê ya Mêrdînê koçî Amedê kir. Naîme li navçeya Rezan a Amedê mezin bû. Hêj 13 salî bû, li Parka Koşuyolu bû şahid ku polîsan Şahîn ê di temenê wê de kuşt. Naîme piştî bû şahidê vê kuştinê û dît ku rayedarên dewletê û televîzyonên hawîz cih nadin kuştina Şahîn, li dijî vê bê edaletiyê bêzar bû û biryar da ku bibe hiqûqnas. Got belkî li vî welatî bibim dozger û rê li pêş bê edaletiyê bigirim. Namîme piştre mezin bû û ket ezmûna zanîngehê. Di sala 2015'an  de dît ku Kevser Elturk (Ekin Van) piştî hat kuştin bedena wê hat tazîkirin û teşîrkirin. Vê yekê hêrsa wê bêtir kir. Di sala 2016'an de dema kolan û navçe hatin qedexekirin û polîs ketin taxan dema li kolanê bû polîsan ew binçav kir û girtin. Dema Naîme Çelîk hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê hêj 19 salî bû. Naime, li girtîgehê gelek jinên ku bi salan de di nava 4 dîwarên sar û betonî de girtî nas kir. Lê biryar da ku têkoşîna xwe di nava van çar dîwarê betonî de berdewam bike. Li gorî wê berxwedana Kurdan li vir di nava çar dîwaran de dest pê kiriye."    Naîme Çelîk piştî hat girtin, di nava çar dîwaran de nerîna xwe ya li jiyanê û têkoşîna xwe bêtir kûr û bi wate kir. Çelîk têkildarî jiyana girtîgehê got: "Girtîgeh bû sedem ku ji bilî xwe li mirovên dervê xwe jî bifikirim. Bû sedem ku zarokên qet min ew nas nekirine ji wan hez bikim." Dewletê destûr neda ku beşa hiqûqê bixwîne. Lê li dijî tecrîdê di 1'ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Diyar kir ku çalakiya wê li dijî bêedaletiyê  qerîn û serîhildan e.    DAYIKÊN JI NERÎNÊN CUDA TÊN ZIYARETA MIN    Naîme Çelîk di 28'ê Adarê de hat berdan. Lê dest ji çalakiya xwe berneda û li mala xwe ya li Taxa Muradiye ya Rezan greva birçîbûnê berdewam dike. Naîme Çelîk, 72 rojin di greva birçîbûnê de ye. Mahdê wê dixeli, serêşî pêre çêdibe û pirsgira bêxewiyê dijî. 46 kiloyan daketiye 41 kiloyan. Niha dayika Naime refaqetvaniya wê dike. Her roj gelek kesên ku di nava wan ji fikrên HDP, AKP, HUDA-PAR, CHP û gelek kesên din tên wê ziyaret dikin. Li gel temenê xwe yê biçûk bi biryare heta bigêje armanca xwe çalakiya xwe berdewam bike.   EM DI CAMA FANOSA DE MEZIN KIRIN'   Naime, destnîşan kir ku piştî hat girtin fêr bû ku dayik û bavê wê gelek êş û zahmetî jiyane û wiha got: “Gotin di cih de be ez wekî di cama fanosê de mezin bibin. Em zarokên burjuva yên malbatên feqîr in. Malbata me nikaribû nan û avê bibin malê, lê telefonê herî luks dixistin destê me. Ji ber ku malbatê digotin bila zêde nefikire. Îro bi tevahî polîtikaya ku dewlet li ser kurdan dimeşîne ev e. Ez li navçeya Rezan ji dayik bûm û mezin bûm. Her çend dîrokek Navçeya Rezan berxwedanê hebe jî zarokên li vê taxê di cama fanusê de hatin mezinkirin. Dewletê bi destê xwe ew ew cama fanûsê şikand. Dewletê bi destê xwe rastiya xwe nîşanî me da. Ger ku dewlet di serdema rêveberiyên hewherî de neketa taxa me û ev zilm li me nekira dibû ku min xwe nas nekiraya. Wê demê gotin 'Tu kurd e. Tu terorîst e. Ez ê têkevim taxa te û te qetil bikim' Her çend bi salan malbatê ev yek ji me veşart jî dewletê ev rastiya xwe xist nava çavê me."    'ME MEJIYÊ XWE JI QIRÊJIYA KAPİTALİZME ŞUŞT    Naime Çelîk, destnîşan kir ku kesên têkoşîn nas dikirin ji wan re digotin 'Hiş û mejiyê wan hatiye şuştin' û wiha lê zêde kir: "Raste mejiyê me hatiye şuştin. Lê ji qirêjiya kapîtalîzmê hatiye şuştin. Hevalên me riya rast nîşanî me dan. Heta niha pergalê hiş û mejiyê me bi tiştên qirêj û xerab tije kiribû. Lê ji bo em mejiyê xwe bi tiştên baş tije bikim me mejiyê xwe şuşt. Bi salan bû me rastiya xwe nedît. Piştî me rastiya xwe dît em hatin ser xwe. Em li xwe hayil bûm."    HEVALA LEYLA GUVEN A KAWÎŞÊ YE'    Naime ku di heman demê de li gel Hevseroka KCD'ê Leyla Guven girtî ma têkildarî çalakiya Leyla wiha got: "Dema yekem car Leyla Guven ket grevê xew bi çavê min nediket. Dema got ez ketim greva birçîbûnê ez ketim şoq'ê. Ewil me nexwest qebûl bikin. Me got emê îkna bikin. Piştre sekna wê û vîna wê em îkna kirin. Vîn û biryara wê pir bi hêz bû. Piştre me jî piştgirî daye. Em îkna bûn ku biryara berxwedana grevê wê gelek tiştan biguherîne. Sekna Leyla ew qas xurt û serketî ye, bi tena serê xwe dewlet xist nava tevgerê. Nîşan da ku bi tena serê xwe dikare li hemberî dewletê têbikoşe. Vê yekê bandor li ser me tevan kir. Digot 'Min dest pê kir, lê ez dizanim bi hezaran ciwan wê li pey min bimeşin. Ez ditirsim ku ciwan bigêjin şehadetê. Dema ev yek digot çavê wê tije dibûn. Wê demê me ev yek fêm nedikir. Piştî demekê em têgihiştin ku ew di çalakiya xwe de mafdar e. Wê meşaleyek pêxist û ronî kir. Îro li di vê rêyê de 8 hevalên me gihiştin şehadeta xwe. 30 hevalên me ketin rojiya mirinê. Niha bi hezaran hevalên me di grevê birçîbûnê de ne. Ev nîşan dide ku Leyla Guven wê demê ev roj û dîmen dîtibû."    DEWLETÊ DÎT KU EM GAVAN PAŞVE NAVÊJIN PARÊZER ŞANDIN ÎMRALIYÊ   Namîme da zanîn ku kesên ketin greva birçîbûnê û rojiya mirinê bi biryarin ku heta tecrîd bi dawî bibe çalakiya xwe berdewam bike û wiha axivî: "Me got ger ku welatek qanûnê xwe pêk nîne, emê pêk bînin. Ger ku ev welat bi zagonê xwe mirovan ceza dike, divê li gorî zagonê xwe jî tev bigere. Ger ku em welatiyên vî welatî ne, divê mafê welatîbûnê jî bide. Ez niha bi dayik û bavê xwe re niqaş dikim. Dibêjim we ji min re pêşerojek ava nekir, niha bedelê wê didim. Ji bo sibê zarokên din vî bedelî nedin û vê gotinê ji min re nebêjin, divê ez hin tiştan bikim û bedel bidim.  Dewletê ji bo çalakiya me bişkîne her tişt kir. Ji bo ku çalakiyê bişkîne birayê Ocalan şand îmraliyê. Herî dawî parêzer şandin Îmraliyê. Bi vê yekê dixwaze çalakiya me bişkîne û tecrîdê berdewam bike. Armanca me mezin e. Dewlet ji bo vê meseleyê veşêre her tişt kir. Dozger şandin girtîgehe da ku em dest ji çalakiyê berdin. Lê me bi biryarî berdewam kir. Dewletê dît piştî ku em gavan pavşve navêjin neçar ma ku parêzer şandin Îmraliyê. Em bi biryarin ku heta bi temamî tecrîd ranebe em çalakiya xwe berdewam bikin. Bi salan e ji bo tecrîd rabe em rexnedayînê didin. Em ê wê tecrîdê rakin. Dibe ku ez nebînim ku tecrîd rabû û bigêjim şehadetê. Ez bi vê çalakiya xwe dizanim ku zarokên sibê ji bo tevcrîdê rakin neçar namînin ku têkevin grevê. Ger ku tenê carekê parêzer çûn û em dest ji grevê berdin wê tecrîd dîsa berdewam bike. Zarokên sibê we dîsa neçar bimînin ku têkevin grevê. Dewlet çiqas înkar bike jî îro dirokek tê nivîsîn. Em ji dayîna bedelan natirsin. Em sax jî bimînin, seqet jî bimînin û biçin şehadetê jî emê heta dawî bi Rêberê xwe re bin."      Namîme, herî dawî anî ziman ku îro bi hezaran girtî bi armanca dewlet zagona xwe pêk bîne û tecrîd bi dawî bibe ketine grevê û wiha bi dawî kir: "Ji bo dewlet zagonên xwe binpê neke û pêk bîne îro bi hezaran girtî di grevê de ne. Îro dewletê carekê parêzer şand û dixwazin em dest ji grevê berdin. Bi vê yekê dixwaze me û malbata me bîne hemberî hev. Dixwaze alozî û nakokiyan zêde bike. Lê armanca me zelal e. Heta ku tecrîd bi temamî bi dawî bebe çalakiya me wê bidome.  Dibe ku her keliyê agahiya şehadetê ji girtîgehan bê. Îro dewlet destûr nade ku em cenazeyê zaroken xwe û hevalên xwe defin bikin. Dewlet cenazeyên me ji me didize û bi zorê defin dikin. Dewlet îro îslamê ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne. Em di meha Remezanê de ne. Rojiyê digirin. Lê hevalên me îro 6 mehin birçî ne. Em ji bo îslama rast têdikoşin. Kesê ku Kuran-ı Kerim  têxe destê xwe û bi quranê propaganda bike wê çiqas bi îslamê re sadiq be. Di îslamê de zilm û înkar tune ye. Kuştina ciwanan tune. Veşartina bi zorê ya cenazeyan tune ye. Li gel vê yekê jî ji mere dibêje hûn ne misilman in. Lê ew baş dizanin îslama herî rast em dijîn û diparêzin. Ez misilman im. Ji 7 saliya xwe de nimêj dikim. Kuran-ı Kerim ji min re dibêje ji bo parastina mafê xwe têbikoşe. Lê em dizanin çi bibe bila bibe wê encam serkeftin be. Teqez wê serkeftin ya me be. Dibe ku dilop bi dilop em xwîn bidin. Lê dewlet wê gavan başve bavêje û tecrîd wê rabe."    MA / Zuhal Atlan-Mehmet Şah Oruç