HDP, dê li Amedê kongreyê li dar bixe 2019-05-11 09:19:28 AMED - Wê HDP'a Amedê, sibê 2'emîn Kongreya Awarte li dar bixe. Ji Komîsyona Amadekariyê ya Kongreyê Garîp Kandemîr, ji bo beşdarbûyîna kongreyê bang li her kesî kir.  HDP'a Amedê, sibê wê bi dirûşmeya "Li dijî zilmê em li ber xwe didin, em ê bi ser bikevin" 2'emîn Kongreya Awarte li dar bixe. Dê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, serokên partiyên kurd, Meclîsa Dayikên Aştiyê û nûnerên gelek rêxistinên civaka sivîl û komeleyan tev li kongreyê bibin. Kongre sibê d saet di 10:00'an de li Demîrok Tesîsleriyê pêk bê.    Ji Komîsyona Amadekariyê ya Kongreyê Garîp Kandemîr, ji bo beşdarbûnê bang li her kesî kir. Kandemîr, diyar kir ku ji zûv de ye ew amadekariyên kongreyê dikin û niha xebatên wan temam bûne û got: "Me ji hêlekê ve xebatên xwe bi rê ve dibirin, ji hêlekê ve jî xebatên ji bo kongreyê dikirin." Kandemîr, her kesî vexwand kongreyê.