ROJEVA 11'Ê GULANA 2019'AN 2019-05-11 09:00:12 * Mazlûm Tamûr û birayê wî Cîhan Tamûr ku li Girtîgeha Wanê di greva birçîbûnê de ne, peyamek ji raya giştî re şandin û diyar kirin ku wê grevên birçîbûnê bibin wesîleya aştiyê û gotin: "Teqez em ê bi ser bikevin."  * Makbûle Aşkan ku hevjînê wê Abdûrrahman Aşkan di greva birçîbûnê de ye, got: "Di meha Remezanê de divê em bêtir dengê mirovên bedena xwe dane ber birçîbûnê ragihînin."    * Parêzerê Karesata Somayê Selçûk Kozagaçli, diyar kir ku diviya berpirsiyar ji ber "qesda muhtemel" bihatana cezakirin lê belê ji dêvla vê bi "îhamalkariyê" hatine darizandin û ji ber vê Can Gurkan hatiye berdan. Kozagaçli, destnîşan kir ku ew ê tevî malbatan heta dawiyê bitêkoşin.    * Naîme Çelîk a li Girtîgeha tîpa E ya Amedê ketibû greva birçîbûnê, piştî hat berdan niha li malê çalakiya xwe berdewam dike. Çelîk, sedema ketina grevê wiha got: "Êz ji bo zarokên piştî min ji dayik bibin ketime greva birçîbûnê. Çalakiya min li dijî bêedaletiyê serhildan û îsyan e."      * Îhsan Bûlût ku 12 roj in li dijî tecrîda li Îmraliyê di rojiya mirinê de ye, got: "Heta tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe û heta hemû mafên Ocalan neyên dayîn wê çalakiya me dewam bike."    * Qeyûmê Şaredariya Yenîşehîrê ku 178 milyon deyn xist stuyê şaredariyê, li qada ku êzidî jê derxistin ji bo Tesîsa Hespan a Biyikli Mehmet Paşa 2 milyon û 103 hezar lîre pere xerc kiriye.    * Wê HDP'a Amedê, sibê Kongreya Derasayî ya 2'yan li dar bixe. Ji Komîsyona Amadekariyê ya Kongreyê Garîp Kandemîr, ji bo beşdarbûyîna kongreyê bang li her kesî kir.    * Hunermend Mahsûn Gunsel ku 107 roj in li Girtîgeha Odemîşê li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê de ye, meheke bi tena serê xwe di hucreyê de ye. Dayik wî Esma Gunsel, anî ziman ku tenê du deqeyan kurê xwe dîtiye û got: "Ji ber bi tena serê xwe ye, fikar li me peyda dibin. Em dixwazin rojek berî rojekê ji hucreyê bê derxistin."   * Serokê Giştî yê FIDH'ê Dîmîtrîs Chrîstopoûlûs, diyar kir ku welatên YE'yê der barê mafên jiyanê yên li Tirkiyeyê xwe li bêdengiyê datînin û guh nadin bangawaziyê tên kirin. Her wiha Chrîstopoûlûs, destnîşan kir ku îktîdara siyasî bêdengiya YE'yê stendiye.    Dayikên girtiyan ji mehekê zêdetire ji bo piştevaniya zarokên xwe li ber Girtîgeha Gebzeyê çalakiya nobetê li dar dixin ji bo Roja Dayikan gotin: “Ji bo me Roja Dayikan nîne. Kengê tecrîd rabe û zarokên me ji greva birçîbûnê derkevin ji bo me ew roj Roja Dayikan e. Xelata herî mezin ji bo me zarokên me ne û jiyana wan e.”    * Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin dê di hefteya 737'emîn de li Qada Galatasarayê kom bibin. (12.00)    * Şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê û Xizmên Windayan ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û kujerên wan bên darizandin dê çalakiya "Bila Winda Bên Dîtin, Kûjer Bên Darizandin" berdewam bikin. (12.00)   * Şaxên ÎHD'ê yên Stenbol, Enqere û Îzmîrê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê daxuyanî bidin û çalakiyên rûniştinê li dar bixin.(13.30)   * Malbat û dayikên girtiyên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne dê li Gebze, Bakirkoyê, Esenyurtê, Amed, Dersim û gellek deverên in ji bo piştevaniya zarokên xwe çalakiyan li dar bixin. (12.00-19.00)   * Komîsyona Gelan û Baweriyan a HDK'ê dê bi sernavê "Gel xwe vedibêjin" li Navenda Giştî ya li Taksîma Stenbolê çalakî li dar bixe. (15.00)   * Komîsyona Nijadperestî û Cudakariyê ya ÎHD'ê dê bi sernavê "Li Tirkiyeyê nijadperestî: Yên bi serê wan de qewimîne vedibêjin" li otelek Takîsma Stenbolê konferans li dar bixe. (09.30-19.00)