Li Wanê ji bo çalakiya greva birçîbûnê rûniştin 2019-05-11 08:57:55 WAN – Welatî bi pêşengiya Rêxistina HDP’ê ya Wanê li Parka Hunerê hatin gel hev, find pêxistin, çalakiya rûniştinê pêk anîn û piştevaniyê dan çalakgerên greva birçîbûnê.  Li Parka Hunerê ya Wanê bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) duh bi şev welatî li hev kom bûn û ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê de çalakiya rûniştinê li dar xistin. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan, rêveberên HDP, DBP, KCD, aktîvîstên TJA’yê, rêveberên TUAY-DER’ê û gellek welatî beşdar bûn. Welatiyan di çalakiyê de findan pêxist, çalakiya rûniştinê pêk anî û piştevaniyê dan girtiyên di çalakiyê de ne.    Polîsan parkê dorpêç kir û di navbera HDP’î û polîsan de demek dirêj nîqaş qewimî. Piştî nîqaşê girse bi lêdana çepikan dawî li çalakiya xwe anî.