Çalakî li tevahiya Stenbolê berbelav dibin 2019-05-10 22:18:30   STENBOL – Dayik û xizmên girtiyan, ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê li kuçe û kolanên Başakşehîrê meşiyan û li Esenyûrtê jî çalakiya rûniştinê li dar xistin.    Li Stenbolê, çalakiyên dayik û xizmên girtiyên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de êvarî jî dewam kirin. Xizmên girtiyan biroj li Bakirkoy û Emînonuyê çalakî li dar xistin, êvarî jî li Başakşehîr û Esenyûrtê. Malbatên ku li Qada Başakşehîrê hatin cem hevdu, êlegên li ser wêneyên Leyla Guven hebûn li xwe kirin. Malbatan nêzî saetekê çalakiya rûniştinê li dar xistin û paşê bi berzkirina dirûşmeya "Bijî berxwedana zindana" berê xwe dan kuçe û kolanan û meşiyan.    Welatiyên li hawidorê jî destek dan malbatan.    Li Esenyûrtê jî, dayik li avahiya HDP'a navçeyê hatin cem hevdu û paşê berê xwe dan qadê. Li qadê polîsan bi wesayîtên zirxî malbat dorpêç kirin. Polîsan nasnameyên dayikan kontrol kirin. Wexta polîsan li nasnameya dinerî welatiyên li derdorê jî destek dan dayikan. Dayik demekê li qadê rûniştin û paşê çalakiya xwe bi dawî kirin.