Li Parka Kûgûlûyê ji bo grevên birçîbûnê çalakiyek li dar xistin 2019-05-10 19:39:36   ENQERE - Platforma Jina ya Enqereyê, ji bo balê bikişîne ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê, li Parka Kûgûlûyê çalakiyek li dar xist. Polîsan mudaxileyî jina kir. Di mudaxileyê de 9 jin hatin binçavkirin û parlementerên HDP'î jî hatin derbkirin.    Endamên Platforma Jina ya Enqereyê, ji bo balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê û rojiyên mirinê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didomin, li Parla Kûgûlûyê çalakiyek li dar xist. Parlementerên HDP'ê Tulay Hatîmogûllari û Dîlan Dîrayet Taşdemîr û xizmên girtiyan jî tev li çalakiyê bûn.    Polîsan Parka Kûgûlûyê bi wesayîtên zirxî û barîkatan dorpêç kir û hewl dan çalakiya jina asteng bikin. Jinan li dijî gefa polîsan dirûşmeya "Leyla Guven mafdar e, divê tecrîd rabe" berz kirin û ketin milê hevdu û ber bi parkê ve çûn. Paşê polîsan mudaxileyî jinan kir. Di mudaxileyê de yek jê Dayika Aştiyê 9 jin hatin binçavkirin. Her wiha parlementerên HDP'î jî hatin derbkirin.   Kesên hatin binçavkirin ev in: Bedriye Irmak, Ebru Ozel, Şukriye Ercan, Newroz Şanli Kirkaya, Betul Koca, Gunay Demirbaş, Burcugul Çubuk, Deniz Akil û Dayika Aştiyê Gulîstan Ozgan.