Li sînor du cenaze hatin dîtin 2019-05-10 19:26:52   WAN – Li sînorê navçeya Elbak a Wanê du cenazeyên penaberan hatin dîtin.    Li sînorê Îranê yê li gundê Kaşkol û Gelenler ê Elbaka Wanê cenazeyên du zilaman hatin dîtin. Gundiyan, hayê cendirmeyan pê xist û piştî lêkolînên li cihê bûyerê, cenaze şandin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê.    BERÊ JÎ 10 CENAZE HATIBÛN DÎTIN   Li heman herêmê di 10-12-18'ê Nîsanê de jî 10 cenaze hatibûn dîtin. Tê texmînkirin ku ev cenaze ên penaberan e.