Çalakiya 'Deng bide jiyanê' didome 2019-05-10 19:21:19   ÎZMÎR – Li Îzmîrê, çalakiya "Deng bide jiyanê" ya endamên ÎHD'ê ku ji bo balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê hat destpêkirin didome. Gelek kes çûn serdana çalakiyê.    Endamên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, ji bo balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê, bi dirûşmeya "Deng bide jiyanê" çalakiyek dan destpêkirin. Di roja dudoyan a çalakiyê de gelek sazî û kes çûn serdana çalakiyê.    Hevserokên HDP'a Îzmîrê Besriye Tekgur û Kadîr Baydûr û rêveberên partiyê û Hevseroka DBP'a Narlidereyê Filîz Dûrsûn jî di nav de gelek kes çûn serdana çalakiyê.