Mazbataya 4 endamên Meclîsa Şaredariya Dersimê û 2 keyayên gundan hat betalkirin 2019-05-10 19:15:11   AMED - YSK'ê, bi hinceta berê bi KHK'yan hatine îxrcakirin mazbataya 4 endamên Meclîsa Şaredariya Dêrsimê û 2 keyayan betal kir.    Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), bi hinceta berê bi KHK'yan hatine îxrackirin mazbataya 4 endamên Meclîsa Şaredariya Dêrsimê û 2 keyayên gundan betal kir. YSK'ê mazbataya endamên meclîsa şaredariyê Hidir Demîr, Metîn Kiliç, Ozcan Ateş û Candan Badem û mazbataya keyayê gundê Meşeyolûyê Hakki Sûvan û mazbataya keyayê gundê Gozelerê Tûrgay Bîlge betal kir.