Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê hat taloqkirin 2019-05-10 15:54:28   ENQERE – Di doza JÎTEM’ê ya Enqereyê de diyar bû ku ji bersûcan Semîh Suer têkildarî têketin û derketinên derveyî welat bersiv dane nivîsa muzakereyê û di dîroka bûyerê de bersûc li hundirê welat bûye.    Li Enqereyê û derdora di navbera salên 1993-1996’an de 19 kes hatibûn kuştin. Derbarê vê kuştinê de doz hatibû vekirin. Danişîna 20’emîn a di raya giştî de “Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê” ku tê zanîn lii 1’emîn Dadegeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin.    Parêzerên muştekî Yusuf Alataş, Levent Kanat, Sertaç Kamîl Ekîncî û ji Komeleya Ji Bo Azadiyê Hiqûqnas (OHD) Şevîn Kaya û parêzera Navenda Hafizayê Esra Kiliç beşdarî dozê bûn.    Heyeta dadgehê diyar kir ku beyanên xizmên maktûlan bi fermanê hatiye girtin. Heyeta dadgehê da zanîn ku ji bersûcan Semîh Suer têkildarî têketin û derketinên derveyî welat bersiv dane nivîsa muzakereyê û di dîroka bûyerê de bersûc li hundirê welat bûye.    Parêzeran derbarê esasê de ji bo parastiê dem xwest.    Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran qebûl kir û danişînek din taloqî 4’ê tîrmehê kir.