Di bîranîna Tahir Elçî de erîşa polîsan a li dijî dayikan şermezar kirin 2019-05-10 15:46:30   AMED - Baroya Amedê di çalakiya biranîna Tahir Elçî de êrîşa polîsan a li dijî dayikan şermezar kir.  Dîsa cîhaza X-ray  ku bi fermana wezareta karên hundir li deriyê şaredariyan bi cih kiriye jî rexne kir.    Baroya Amedê, di hefteya 175'emîn de, çalakiya bîranîna Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li navçeya Sûrê hat kuştin li pêş Edliyeya Amedê berdewam kir. Di çalakiya vê hefteyê de Rêveberê TÎHV'ê Umît Biçen, nûnerê rêxistinên demokratîk û gelek parêzerên endamên baroyê amade bûn. Di çalakiyê de Endamê Lîjneya Rêveberiya Baroya Amedê Tevfîk Karahan axivî.    Karahan bi bîr xist ku bi ser kuştina serokê wan Tahît Elçî re 3 sal û 5 meh û 12 roj derbas bûye û wiha got: "Ji ber kujerên serokê me hesab nadin û serbet digerin em di nav hêrseke mezin de ne. Em ê li ser tecrûbeyên têkoşîna Elçî lêgerîna xwe ya adaletê bidomînin. Zû dereng em ê kujerên wî bi darizînin. Ev sozê me yê ji bo serok û gelê me ye."    MUDAXALEYÊ ŞERMEZAR KIR   Karahan di axaftina xwe de bal kişand ser çalakiyê greva birçîbûnê û çalakiyên ku ji bo piştgiriya greva tên lidarxist û ev tişt anî ziman: "Em dibêjin bi dengî dimirîne. Dê tu mudaxakeyên bêhiqûqi ku li dijî dayikên ku ji bo zarokên xwe di nav gumaman de ne û çalakiyan li dar dixin, bê bersiv nemînin. Em mudaxaleyên tund û bêhiqûq ên li hemberî dayikan şermezar dikin. Me li dijî hêzên ewlehiyê yên ku bi awayekî bê kontrol hêza xwe bi kar tînin serlêdana sûc kiriye."    'DAXAZWA HUQÛQÎ Û ÎNSANÎ NE'   Karahan têkildarî rojiya mirinê jî ev tişt gotin: "Daxwazên wan hiqûqî û însanî ne. Divê rojek zûtir bên bersivandin. Tehamûla me ji bo derketina cenazeyan a ji girtîgehan re tuneye. Em naxwazin careke din vê êşê bikişînin. Dê Baroya Amedê hewldanên xwe yên çareseriyê yên ji bo vê yekê bidomîne."    Piştî daxuyaniya hat dayîn endamên baroyê ji bo demekê çalakiya rûniştinê pêk anîn û çalakiya xwe bi dawî kirin.