Ji Baroya Enqerê pankart: Em tam jî li dijî bêhiqûqiyê ne 2019-05-10 14:38:42   ENQERE – Baroya Enqerê ku li çeprastê avahiya YSK’ê ye, ji bo biryara betalkirina hilbijartinên Stenbolê pankarta “Em tam jî li dijî bêhiqûqiyê ne” bi avahiya xwe ve daleqand.   Baroya Enqerê ji biryara Lîjneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) a betalkirina hilbijartinên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, bi pankart şermezar kir. Baroya Enqerê ku li çeprastê avahiya YSK’ê ye, ji bo biryara betalkirina hilbijartinên Stenbolê pankartekî reş ku li serê “Em tam jî li dijî bêhiqûqiyê ne” nivîsand bi avahiya xwe ve daleqand.