Berdevkê HDP’ê: Tecrîd tenê ne pirsgirêka me û hikumetê ye 2019-05-10 14:07:59 ENQERE – Berdevkê HDP’ê Kubîlay Gunay têkildarî rojevê axivî û diyar kir ku di rojeva wan de tecrîd û greva birçîbûnê heye û tecrîd û grevên birçîbûnê tenê ne pirsgirêka wan û hikumetê ye û di heman demê de pirsgirêka CHP’ê û aliyên din e jî. Berdevkê HDP’ê Kubilay Gunay cara ewil darbarê mijarên di rojevê de li Navenda Gitşî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist.   ‘HEVDÎTIN DERENG JÎ MAYE’    Kubîlay di civînê de wiha got:   Wek kû hûn dizanin di 2’yê gulanê de piştî 8 salan parêzeran bi Birêz Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Vê gava hevdîtinê gellek dereng maye. Lê em vê gavê bi binirx û girîng dibînin. Em carek din jî destnîşan dikin ku divê hevdîtin dewam bikin. Sepandina vê tecrîda li ser Birêz Ocalan li dijî makeqanûn, qanûnanû peymanên navnetewî ye.   DIVÊ HIKUMET DEWAMA GAVAN BÎNE   Beriya her tiştî tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. Çawa û kî/kê ceza dikin bila bikin lê hemû mafên girtiyan di her peymanên navnetewî de hatiye qebûlkirin û mîsogerkirin. Di vî warî de divê demildest bêhiqûqî û bêedaletiya li dijî Birêz Ocalan ji holê rabe. Gavek hat avêtin û divê berdewama vê gavê were. Heke ku berdewamiya hevdîtinê were dê çalakiyên li girtîgehan û derve yên greva birçîbûnê jî ba dawî bibin. Em dixwazin tecrîd ji rojeva Tirkiyeyê rabe.    TENÊ NE PIRSGIRÊKA ME Û HIKUMETÊ YE    Helbet mijara tecrîd, greva birçîbûnê û rojiya mirinê tenê ne pirsgirêka Wezareta Dadê û hikumetê ye. Tenê ne pirsgirêka HDP’ê ye jî. Ev pirsgirêk di heman demê de ya CHP’ê û partiyên din e jî. Pirsgirêka hemû rêxistinên civakî yên sivîl û saziyane. Çimkî tişta li vir tê xwestin ne ji bo qanûn û makeqanûnek nû ye. Tê xwestin ku mafê di makeqanûn û peymanên navnetewî de cih digire bicih bê. Divê her kes ji bo mijarê serê xwe biêşîne. Tu sepandinên li dijî Birêz Ocalan nayê qebûlkirin.    DIXWAZIN NAVBERA ŞAREDARIYÊ Û GEL ASTENG BIKIN    Li ser fermana Wezareta Karê Hundir ji bo 26 şaredariyên me sepandina am3ura X-Ray û nokteyên polîsan hatiye destpêkirin. Pêdiviyek wiha ji ku derdikeve? Heke pirsgirêka ewlehiyê hebe, hêza zabiteyan a şaredariyê heye û ku bixwazin li ser daxwaza dikarin ewlehiya xwe pêk bînin. Dikarin ji Wezareta Karê Hundir û emniyetê destek bixwazin. Lê tu daxwazek şaredariyan wiha tune ye. Heke pirsgirêkek ewlehiyê hebe jî gel bi xwe dikare ewlehiya xwe bigire. Li gorî me talûkeyek jî ne mijara gotinê ye. Dixwazin bi vê pêkanînê di navbera gel û şaredariyê de bariyeran deynin û ji hev qût bikin.”