Di meha nîsanê de 20 akademîsyen mehkûm bûn û 6 rojnameger hatin girtin 2019-05-10 13:59:28   ENQERE - Li gorî rapora meha nîsanê ya binpêkirina mafan a parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû  bi giştî 60 binpêkirinên mafan pêk hatine. Di raporê de hat diyarkirin ku 20 akademîsyen mehkûm bûne û 6 rojnameger hatin girtin.    Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê û Serokwekîlê Komîsyona Lêkolînên Mafên Mirovan ê Meclisê Sezgîn Tanrikûlû, “Rapora Nîsana 2019’an a Binpêkirina Mafan a Tirkiyeyê” aşkera kir.    Di raporê de hat diyar kirin ku di çarçoveya binpêkirina mafê jiyanê de 60 binpêkirinê pêk hatine. Ji vana, 2 kesan di encama “Înfaza bêdaraz, hişyariya rawestandinê, gulebarana bê ser û ber” de jiyana xwe ji dest daye û kesek jî birîndar bûye. Di raporê de tê destnîşankirin ku di meha nîsanê de “ji ber şer û pevçûnan” 9 kesan jiyana xwe ji dest daye û 19 kes jî birîndar bûne, di çarçoveya “mirina bi guman a leşkeran” de 2 kesan jiyana xwe ji dest daye, di encama “şer û pevçûnên sivîl” de jî 2 kes birîndar bûne û di ser navê “penaberan” de jî kesekî jiyana xwe ji daye.    Di raporê de tê diyarkirin ku 36 jin jî ji aliye zilaman ve hatine kuştin.   BÛYERÊN ÎSKENCEYÊ 255   Di ser navê bûyerên îskenceyê de jî tê ragihandin ku bi bi giştî 255 binpêkirin pêk hatine. Ji vana, di çarçoveya “îskenceyê” de 69 binpêkirin û di çarçoveya “memeleya xerab û îskenceya li girtîgehan” de jî 186 binpêkirin pêk hatine.    6 ROJNAMEGER HATIN GIRTIN   Di raporê de binpêkirinên di bin sernavê azadiya raman û xwe anîna ziman de jî wiha hatine rêzkirin: Rojnameger û weşangerên hatine mehkûmkirin 11, rojnamegerên hatine binçavkirin 5, rojnamegerên hatine girtin 6, anîna ziman a ramanê 3, hunermend, siyasetmedar û nivîskarên hatine binçavkirin û girtin 2, akademîsyenên mehkûm bûne 20, kesên ji ber parvekirinên xwe yên medya civakî hatine binçavkirin 21, kesên ji ber parvekirinên xwe yên medya civakî hatine girtin jî 4.   306 KES DI ÇALAKÎ Û BERNAMEYAN DE HATIN BUNÇAVKIRIN   Di raporê de binpêkirinên di bin sernavê azadiya di çarçoveya rêxistibûnê de jî wiha hatine rêzkirin; parlamenter, rêveberên partiyê, şaredar 2, serdegirtina partiyê 1.    Her wiha di raporê de cih ji binpêkirinên di çarçoveya azadiya civîn û xwepêşandanan re jî hatiye veqetandin. Li gorî vê yekê; daxuyaniyên ku mudaxaleyî wan hatine kirin û çalakî 115, çalakî, şano û xwepêşandanên ku hatine qedexekirin 23, bajarên ku çalakÎ û bernameyên wan hatine qedexekirin 8, kesên ku di çalakî û daxuyaniyên çapameniyan de hatine binçavkirin 306, kesên ku di çalakî û daxuyaniyên çapameniyan de hatine binavkirin 2.