Li girtîgehan koma duyemîn dest bi rojiya mirinê kir 2019-05-10 10:50:34   AMED – Ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan piştî koma ewil, koma duyemîn a ji 15 kesan pêk tê jî dest bi rojiya mirinê kir.    Ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi hezaran girtî di greva birçîbûnê de ne û çalakiya wan dewam dike. Ji van girtiyan 15 kesan di 30’ê Nîsanê de dest bi rojiya mirinê kirbûn. Çend roj berê li ser navê girtiyên PKK’ê û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyanî da bû û gotibû dê koma duyemîn a ji 15 kesan pêk tê dest bi rojiya mirinê bike. Koma duyemîn a ji 15 kesan pêk tê îro dest bi rojiya mirinê kir.    Navên girtiyan û girtîgehên lê girtî ne wiha ne:    Girtîgeha Kandirayê: Yaşar Cîbaş, Mûhammed Înal, Diyadin Akdemîr, Engîn Kahraman   Girtîgeha Tîpa F ya Boluyê: Îbrahîm Dogan, Ahmet Emîn Eren, Mûstefa Taşan   Girtîgeha Panosê: Sena Efe, Bûrhan Şik, Faysel Atak, Şefîk Kayhan,   Girtîgeha Tekîrdag a Hejmara 1: Reşad Ozdîl   Girtîgeha Tekîrdag Hejmar 2: Zekî Bayhan, Yilmaz Yildiz   Girtîgeha Ewlehiya bilind a Wanê: Saît Ozturk