2 zarokên malbata Bîlen ji bo veguhestina gurçikê li benda piştgiriyê ne 2019-05-10 09:36:14 STENBOL – Malbata Bîlen ku 2 zarokên wan bi nexweşiya gurçikê û 2 zarokên wan jî bi nexweşiya proteîna kêm in, ji bo veguhestina gurçika 2 zarokên xwe li benda piştgiriyê ne. Bavê zarokan Abdurahîm Bîlen diyar kir ku tenê gurçikên wî bi kêrî zarokên wî tên û wiha got: “Çare ew e ku ez gurçikên xwe bidim zarokên xwe da ku zarokên min bijîn."  Li navçeya Fatîh a Stenbolê malbata Bîlen ku ji navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hatine Stenbolê 2 zarokên wan bi nexweşiya gurçikê û 2 zarokên wan jî bi nexweşiya proteîna kêm in. Malbata Bîlen ku zarokê wan ê herî biçûk 6 salî û yê herî mezin jî 19 saliye, zarokekî wan jî ji roja çêbûye asteng e. Malbata ku bi giştî 9 zarokên wan hene di maleke kirê de rûdinin.   JI BO ZAROKÊN XWE BANG KIR   Bavê zarokan Abdûrahman Bîlen ku her tim zarokên xwe dibe kontrol û diyalîzê ji ber naxebite ji bo kirêya malê û tedawiya zarokên xwe deynan dike. Bîlen ji bo veguhestina gurçika 2 zarokên xwe bang kir û piştgirî xwest. Bîlen diyar kir ku tenê gurçikên wî bi kêrî zarokên wî tên û wiha got: “Çare ew e ku ez gurçikên xwe bidim zarokên xwe. Ji bo zarokên bijîn bila ez bimirim.”   Dayika zarokan Zeycan Bîlen jî destnîşan kir ku ew ji bilî rizgarkirina zarokên pêştir tiştekî din naxwaze. Esra Bîlen a ku bi nexweşiya gurçikê ketiye û pêwîst e gurçikên wê bên veguhestin jî ev tişt anî ziman: “Ez dixwazim ji diyalîzê xelas bibim. Em dixwazin bijîn. Em ji bo veguhestina gurçikên xwe li benda gurçikên kêrhatî ne. Mehmet Bîlen ku ew jî weke xwişka xwe bi nexweşiya gurçikê ketiye û pêwîst e gurçikên wê jî bên veguhestin got ku dixwaze ji diyalîzê xelas bibe.   MA / Sadiye Eser