Mihrîcana Belgefîlm a FîlmAmed didome 2019-05-10 09:29:14 AMED - 7'emîn Mihrîcana Belgefîlm a FîlmAmed a Komeleya Sînemayê ya Akademiya Rojhilata Navîn li dar dixe, di roja 2'emîn de bi fîlmên nû berdewam kir. 7'emîn Mihrîcana Belgefîlm a FîlmAmed a Komeleya Sînemayê ya Akademiya Rojhilata Navîn li dar dixe, di roja 2'emîn de didome. Di roja 2'emîn a mihrîcanê de fîlmên Gavên nayên zanîn”,“Tê bîra min" “AFGAİSTANBUL”, “12x1 Komuna Fîlm a Rojava", “3 Kamerayên diziyê", “Nêrîna mêzekirinê", “Lîstikên bêsînor ”, “War”, “Bîr” hatin pêşandan. Piştî fîlmên “Lîstikên bêsînor ”, “Mal” û “Bîr” bernameya gotûbêjê li dar xistin. Derhênera fîlma  Lîstikên Bêsînor ku qala zarokekî piştî şer bi malbata xwe re vedigere mala xwe û hewildana jîndarkirina hêviyên wî yên bi reya lîstikan dike, Elîf Yigit, anî ziman ku li gel hemû zext û tundiyê hatin temaşevanan a vir sînemavanên weke wê kêfxweş dike  û wiha got: "Bi rastî bi zarokan re çêkirina belgefîlma piçek zehmet bû. Zarok xwezayî tevgeriyan. Lê peyama min xwestî bidim di lîstikan de hêbû."    Derhênerê fîlma War a cih dide çîroka xaltîka Rana ya ku naxwaze mala xwe ya 20 salî ya ked daye terk bike, Felat Erkozan jî diyar kir ku fîlmê “War” cara yekeme li Kurdistanê tê peşkeşkirin wiha got: "Ev fîlm li ser jiyana şert û mercênzor hatiye amadekirin. Me xwest bale bikşînin ser jiyana dayikê."     Piştî gotûbêja derhêner Yigit û Erkozan pirsên temaşevanan bersivandin.    Derhênerê “Bîr” ê çîroka windakirina 4 ji wan zarok 7 kesên di sala 1995’an de li Kerboranê hatin windakirin û têkoşîna malbatê digire dest Veysî Altay jî der barê fîlmî de axivî. Altay wihagot: Bi rastî li ser windayiyan ev demeke dirêj e dixebitim ev xebata min ya pêncemîn e. Pênç salan pey vê çîrokê çûm. Ji ber ku dayik 20 sal in li hestiyên zarokên xwe digeriyan. Kujerên wan jî siyasetmedar bûn. Ev çîrokeke rastî û Kurdistanî bû me xwest em vê rastiyê û tekoşîna malbatan derxînin holê. Mirî û zindî di nava du jiyanada dimînin. Kesên hatine windakirin jî namire ji bo malbatan. Kesên dijîn jî najîn. Armanca wan dîtina hestiyên zarokên wan in.    Gotûbêj bi pirs û bersîvan bi dawî bû.