Hîn jî Midûriyeta Perwerdehiya Netewî ji bo bûyera îstismara cinsî bêdeng e 2019-05-10 09:09:11 ŞIRNEX - Cîgirê Midûrê Cîzre Merkez Anadolû Lîsesiyê B.E., gelek xwendekarên xwe îstismar kirine. Lê belê hîn jî Midûriyeta Perwerdehiya Netewî ya Navçeyê tiştek nekiriye. Piştî xwendekaran li dozgeriyê giliyê cîgirê midûr B.E. kir, duh B.E. yê nûnerê Egîtîm Bîr-Sen'ê ye neçû dibistanê.    Piştî Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, peyamên Cîgirê Midûrê Cîzre Merkez Anadolû Lîsesiyê B.E. yên îstismara zayendî ji gelek xwendekarên xwe şandibû, xist rojeva meclîsê, der barê B.E. tiştinê nû derketin holê. Hat derpêşkirin ku B.E. hin xwendekarên xwe îstismar kiriye û ev yek ji par de didome.    Li gor agahiyên bi dest ketin, B.E. 4 sal in li vê dibistana navbirî dixebite û nûnerê Egîtîm Bîr-Senê yê dibistanê ye. Hat hînbûn ku B.E., ji par ve peyaman ji hin xwendekarên xwe re dişîne. 5 xwendekarên ku ji ber van peyaman nerihet bûn, serî li îdareya dibistanê dan. Di dena serlêdanê de xwendekaran ragihand ku B.E. peyam ji hin xwendekarên din re jî şandiye. Li ser vê îdareya dibistanê bi van xwendekarên navên wan derbas bûne hevdîtin çêkir. Piştî demekê ji 5 xwendekarên 2 jê bi hinceta "zext li wan tên kirin" daxwazanemeyên xwe bi paş ve kişandin. Her wiha hat îdiakirin ku B.E. ji xeynî peyaman hin xwendekar jî îstismar kirine.    MIDÛRIYETA PERWERDEHIYA NETEWÎ YA NAVÇEYÊ DENG JI XWE DERNAXE    Îdareya dibistanê, 3 daxwaznameyên din ji Midûriyeta Perwerdehiya Netewî ya Navçeyê re şandin. Lê belê hîn jî midûriyetê der barê B.E. de tiştek nekiriye û B.E. hîn jî dixebite. Li ser vê îdareya dibistanê daxwazaname ji Serdozgeriya Komarê ya Navçeyê re şandin. Di 6'ê Gulanê de Midûriyeta Emniyeta Navçeyê îfadeya xwendekaran û B.E. girt.    Lê hîn jî der barê B.E. de tiştek nehatiye kirin.    GEF LI MALBATAN XWARIN    Piştî vî li malbatên her 3 xwendekaran geriyane û ji malbatan xwestine daxwaznameyê xwe bi paş ve bikişînin û gotine: "Hûn tenê mane. Kes keça wa nagire." Heta niha der barê nasnameya kesên li malbatan geriyaye tu agahî nehatiye parvekirin.    MAMOSTE JÎ GEF XWARIN!    Her wiha hat derpêşkirin ku piştî serlêdana li dozgeriyê ji heman dibistanê mamosteyê bi navê M.D.E peyam ji xwendekarekê re şandiye û gef lê xwariye. Hat diyarkirin ku mamosteyê navbirî ji par ve hay ji bûyerê heye, lê belê guh nedaye. Li ser vê emniyetê îfadeya M.D.E. jî girt, lê M.E.D. parast ku wî tu gef nexwarine.    Hat hînbûn ku duh Midûriyeta Perwerdehiya Netewî ya Navçeyê ku heta niha xwe li bêdengiyê danîbû duh li B.E. geriyaye û gotiye neyê dibistanê.    MA / Gokhan Altay