Dayikên laçik spî: Heta zarokên me birçî bin çûyîna malê li me heram e 2019-05-10 09:07:49 STENBOL - Dayikên laçik spî yên li Gebze, Bakirkoy û Esenyûrtê ji bo zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de çalakiya rûniştinê li dar dixin, gotin: "Heta zarokên me di greva birçîbûnê de bin çûyîna malê, çûna kar li me heram e. Em pir ditirsin ku wê ji nişka ve xebera mirina wan bê."  Dayikên laçik spî yên li Gebze, Esenyûrt û Bakirkoyê ji bo bibin dengê zarokên xwe yê di greva birçîbûnê de çalakiya rûniştina dan destpêkirin, gotin: "Heta zarokên me di greva birçîbûnê de bin çûyîna malê, çûna kar li me heram e. Em pir ditirsin ku wê ji nişka ve xebera mirina wan bê."    Ayşe Yavûz ku kurê wê Halît Yavûz 71 roj in li Girtîgeha Tîpa T a Umraniyeyê di greva birçîbûnê de ye, got: "Kurê min dibêje, heta daxwaza me neyê qebûlkirin ez dev ji greva birçîbûnê bernadim. Ez dayik im. Dilê min diêşe. Xew bi çavê min nakeve. Ji bo destekê bidim kurê xwe, me li Gebzeyê nobet da ddestpêkirin. Polîs nahêlin. Bi gaz û copan êrîş dikin. Êdî bes e."    ‘EM DITIRSIN JI NIŞKA VE...'    Yavûz, bang li her kesî kir û got: "Bang li gelê xwe, bang li dayik û ciwanan dikim. Werin em bi hev re bitêkoşin. Em naxwazin kes bimire. Bila dilê tu dayiê neêşe. Em ê heta dawiyê li gel Ocalan, Leyla Guven û zarokên xwe bin. Heta zarokên me di greva birçîbûnê de bin çûyîna malê, çûna kar li me heram e. Em pir ditirsin ku wê ji nişka ve xebera mirina wan bê."    Selma Yilmaz ku kurê wê Agît Yilmaz ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye, li Qada Esenyûrtê nobetê digire. Yilmaz, got: "Em nikarin li malê bisekinin. Wijdanê me qebûl nake. Bila çareseriyekê peyda bikin. Divê em li benda hatine mirinê nesekinin. Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe. Heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya me dewam bike."    ‘HÛN JÎ DESTÊ XWE TÊXIN BIN KEVIR'    Ozgur Baydogan ku hevjînê wê Ekrem Baydogan li Girtîgeha Tarsûsê di greva birçîbûnê de ye, li Qada Esenyûrtê tevî dayikên din nobetê digire. Baydogan, bang li her kesî kir û got: "Hûn jî destê xwe têxin bin kevir. 30 kes di rojiya mirinê de ne. Em naxwazin kes bimire."    ‘EM JIYANÊ DIPARÊZIN'    Tayîbe Şahîn ku birayê wê Mehmet Şahîn 71 roj in li Girtîgeha Tarsûsê di greva birçîbûnê de ye, şideta polîsan şermezar kir û got: "Em ê heta dawiyê li qadan bin. Daxwaza girtiyan daxwaza me ye. Bang li her kesî dikim. Ji destê kê çi tê divê bike. Bila tecrîd bi dawî bibe. Bang li Serkomar û Wezîrê Dadê dikim. Hevdîtin mafê girtiyên siyasî ye. Divê neyê binpêkirin. Bila tecrîd bi dawî bibe, aştî çêbibe."    ‘MA HETA KENGÎ?'    Zubeyde Akdemîr ku keça wê Elîf Akdemîr 71 roj in li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê di greva birçîbûnê de ye, got: "Xwîn ji devê zarokên me tê. Çavê wan nabîne. Ma wê ev bêedaletî heta kengî dewam bike. Ên di greva birçîbûnê de zarokên me ne. Bang li Wezîrê Dadê dikim. Êdî bes e, wê mirov ji birçîna bimirin."    Hatîce Yildiz ku sibehê diçe Bakirkoyê û êvarî jî diçe Esenyûrtê nobetê digire, keça wê Rûken li Girtîgeha Tîpa T a Wanê û keça wê Bînnûr jî li Girtîgeha Jina ya Sîncanê 71 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne. Yildz, destnîşan kir ku tenê ne ji her du keçên xwe ji bo her kesî dadikeve kuçeyan û got: "Bang li dayikên kurd dikim. Xew bi çavê me nakeve. Ew birîçîne, tiştek di qirika me re jî naçe. Bang li Wezîrê Dadê dikim. Bila tecrîd bi daw bibe. Heta daxwaza zarokên me neyê qebûlkirin em ê li kuçe û qada bin."