‘Em ê di Roja Dayikan de jî li qadan bin’ 2019-05-10 09:05:19 AMED - Dayikên zarokên wan li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê dene diyar kirin ku ewê Roja Dayikan pîroz nekin û gotin: “Me jî dixwest em Roja Dayikan pîroz bikin. Lê em bi êşek mezin derdikevin kolanan û aştiyê dixwazin.” Her sal, roja yekşema duyemîn a meha Gulanê weke “Roja Dayikan” tê pîrozkirin. Îsal jî bi hezaran dayik, ji ber ku zarokên wan li girtîgehan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê dene, dê roja xwe ya dayikan li kolanan pêşwazî bikin. Dayika Şîvekar Ataş a 23 salî ya 3 salin li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Bakirkoyê girtiye Rabîa Ataş a 55 salî, diyar kir ku keça wê ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê deye. Dayik Ataş, da zanîn ku bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” 15 sal cezayê girtîgehê li keça wê birîne û wiha axivî: “Hemû dayikên Kurd an zarokên wan şehîdin, an girtîne, yan jî windane. Roja Dayikan ji bo dayikên keyfxweş û tu derdên wan tune heye. Em hesretê zarokên xwe ne. Me jî dixwest em Roja Dayikan pîroz bikin, lê em bi êş û derdek mezin derdikevin kolan û aştiyê dixwazin.”     ‘EW JI ROJA JINAN TIŞTEKÎ FAM NAKIN'   Ataş, bal kişand ser bîranîneke di roja jinan de bi keça xwe re jiya û wiha got: “Keça min li Şirnexê dihat darizandin. 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bû. Parêzerên Baroyê hatin gul dan me. Keça min piştî parastina xwe kir, ceza lê hat birîn. Keça min a ceza lê hat birîn dirûşme berz kirin. Keça min çawa dirûşme berz kirin, leşkeran destên wê xwar kirin û bi erdê re kaş kirin. Di wê kêliyê de min jî gul dirêjî keça xwe kir. Polîsan gula di destê min de, parçe parçe kirin. Min jî di wê kêliyê de tilîlî berz kirin. Ez jî bi erdê re kaşkirim û avêtim derve. Ev ne ji Roja Dayikan û ne jî roja jinan tiştekê fêm nakin. Nizanin gulek tê çi wateyê.”    ‘ÇAVÊN MIN LI RÊYÊN GIRTÎGEHÊ NE’   Yildiz Doganay a 40 salî jî diyar kir ku du zarokên wê Ugur û Ûmût û birayê wê li girtîgehê di greva birçîbûnê dene. Doganay, dest nîşan kir ku Roj Dayikan tê û wiha axivî: “Zarokên min li girtîgehê di greva birçîbûnê dene. Dema ku zarokên me ne li gel me bin, em nizanîn Roja Dayikan çawan tê û derbas dibe. Zarokên min Ugur û Ûmût li Girtîgeha Tîpa F a Bolû ev 5 salin bi hevre girtîne. Birayê min li Girtîgeha Ewlekariya Bilind Hejmara 2 a Xarpêtê di rojiya mirinê deye. Ev 70 rojin li kolaname. Berê Roja Dayikan zarokên min li gel min bûn. Ez pîroz dikirim. Lê niha çavên min li rêyên girtîgehane. Ez tim rewşa wan mereq dikim. Ez dixwazin vê Roja Dayikan de tecrîd rabe.”   ‘EZ TENÊ DIXWAZIM TECRÎD RABE’   Dayika Agît Tekîn ê 23 salî yê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Tarsûsê ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê deye, Bahriye Tekîn a 45 salî jî, bal kişand ser Roja Dayikan û wiha got: “Bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ 12 sal cezayê girtîgehê li kurê min birîn û ev 4 salin girtiye. Kurê min ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê deye. Min dixwest ku kurê min di vê Roja Dayikan de li gel min be. Her tim çîçek ji min re di anîn. Ji min re digot ‘Cinnet dibin piyê dayikan deye.’ Niha tenê daxwaz min ewe ku ev recrîd rabe.”    MA / Omer Akın - Ruken Demîr