Dayika çalakger: Bi vê hevdîtina parêzeran pirsgirêk çareser nabe 2019-05-10 09:04:57 COLEMÊRG – Dayika girtî Recep Engîn ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê 70 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ye Şemse Engîn diyar kir ku bi hevdîtineke parêzera pirsgirêk çareser nabe û wiha got: “Ji bo çareseriyê pêwîste pêngavên mayînde bên avêtin”  Dayika girtî Recep Engîn ê ji 1’ê adarê ve li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê 70 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ye Şemsê Engîn hevdîtina bi telefonê ya bi kurê xwe re vegot. Dayik Şemsê diyar kir ku ji ber derfetên aborî yên kêm 2 meh in nikare biçe hevdîtina vekirî ya bi kurê xwe re û got: “Kurê min 6 sal beriya niha hat girtin û 15 sal ceza xwar. Ji 1’ê adarê ve di greva birçîbûnê de ye. Bila hikumet nebêje ‘Min 2 parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re şand û ev pirsgirêk çareser kir’. Ev pirsgirêk wiha hêsan nayê çareserkirin. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê divê pêngavên mayînde bên avêtin.”   ‘HETA DAWÎ EM LI PIŞT ZAROKÊN XWE NE'   Dayik Şemsê Engîn xwest ku ne tenê malbatên kesên di çalakiya greva birçîbûnê de hemû kurd piştgiriyê bidin çalakiyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Êdî ne tenê zarokên me yên di hundir de, em jî li derve êşên mezin dijîn. Em dixwazin ku êşên me bi dawî bibin. Em heta dilopa dawî ya xwîna xwe li pişta zarokên xwe ne. Em ji wan ne çêtir in. Ew ji bo me her tişt in. Bila kes nebêje 'Me ew girtin û qediyan’. Kurd tu carî naqedin. Daxwaza me ya mezin ew e ku ji bo afirandina dorhêleke aram, rayedar rojek zûtir gavên pêwîst bavêjin. Her rojên me bi qehrê derbas dibin. Êdî dema ku herkes dengê xwe derxe hatiye.”