HDP'ê Seyît Riza û hevalên wî bibîr anîn 2017-11-15 18:18:19     DERSİM - Rêxistina HDP'ê Seyît Riza û hevalên wî di 80’emîn salvegera qetilkirina wî de li qada Seyit Riza bibîr anî.    Di ser kuştina Seyît Riza û hevalên wî re 80 sal derbas bûn. Rêxistina HDP'ê û saziyên demokratîk bi armanca Seyit Riza bibîr bînin li qada Seyit Rıza bernameyek pêk anî. Di bernameyê de parlementerên HDP'ê Alican Onlu, Muslum Dogan, Rêveberên HDP'ê Komeleya Elewiyan a Demokratik, Federasyona Komeleyên Elewiyan (DDF), Navenda Lêkolîna Dersimê (DAM), Komeleya Pîr Sûltan Abdal (PSAD), Hunermend Ferhat Tunç û gelek welatiyên din amade bûn.    Di bernameya bîranînê de Nûnerê DAM'ê Huseyin Ayrilmaz, diyar kir ku li Dêrsimê 50 hezar jin, zarok ciwan, kal û pîr bi kêran û çekan hatin kuştin û wiha got: "Gelek ji wan xaniyên wan hatin xerakirin û hatin kuştin. Kuştî avêtin çem. Pêşengê Dersimê Seyit Riza, Usene Seydî, Fındıq Aga, Seyd Usen, Hesene Îbrayımi, Hesen Aga, Aliye Mirzal di 15'ê Mijdara 1937’an de hatin darvekirin û qetilkirin."     Hunermend Ferhat Tunç jî anî ziman ku piştî Seyit Riza û 7 kesên li gel wî hatin darvekirin, kesên rastî cezayê heta heta hatin, hêj cesedê wan heatiye ditin. Em Civlet Aga, Cevraile Arekî, Qeme Agaye Usuvu û Qemer Agaye Heyderu bi hurmeti bibîr tînin. Yên di salên 1938’an de hatin qetil kirin em wan bi serbilindî bibîr tînin. Em nasname û rûmetê temsîl dikin.   Piştî axaftinan ji bo Seyit Riza û hevalên wî çalakiya rûniştinê pêk anîn. Piştî çalakiyê Lokme hat belavkirin. Piştre hat diyar kirin ku dê li her malê find bê pêxistin.