ROJEVA 10'Ê GULANA 2019'AN 2019-05-10 09:00:01 * Dayika girtî Recep Engîn ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê 701 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ye Şemse Engîn diyar kir ku bi hevdîtineke parêzera pirsgirêk çareser nabe û wiha got: “Ji bo çareseriya pêwîst e pêngavên mayînde bên avêtin”  * Dayikên zarokên wan li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê dene, diyar kirin ku ewê Roja Dayikan pîroz nekin û gotin: “Me jî dixwest em Roja Dayikan pîroz bikin, lê em bi êş û derdek mezin derdikevin kolan û aştiyê dixwazin.”   * Dayikên ku ji bo balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê ji bo 3 rojan ketin greva birçîbûnê, gotin: "Wexta zarokên me birçî bin, dayik bi erdê ve bên kişandin ma em ê çawa bi rihetî serê xwe deynin ser balîfê?"    * Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, bal kişand ser hevdîtina 2'yê Gulanê ya parêzeran a bi Ocalan re û diyar kir ku ev hevdîtin nayê wateya bidawîbûna tecrîdê û got: "Divê kes bi aqlê kurdan nelîze."    * Erol Cengîz ku di 30'yê Nîsanê de çalakiya xwe ya greva birçîbûnê veguherand rojiya mirinê, xwest ji bo aştiyê her kes bibe dengê wan. Malbata wî jî got: "Em dixwazin zarokên me bijîn. Ev çi wijdan e?"    * Dayikên kitanspî yên li Gebze, Bakirkoy û Esenyûrtê ji bo zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de çalakiya rûniştinê li dar dixin, gotin: "Heta zarokên me di greva birçîbûnê de bin çûyîna malê, çûna kar li me heram e. Em pir ditirsin ku wê ji nişka ve xebera mirina wan bê."    * Piştî di hilbijartina 31'ê Adarê de HDP li Sûrê bi ser ket, lîsteya 151 miyon û 743 hezar û 819 lîre deynên ji serdema qeyûm man li avahiya şaredariyê hat daliqandin. Lê belê qeyûm-qeymeqam Abdullah Çîftçî ji ber vê yekê nerihet bû û projeyên di serdema xwe de li ser pankartekê nivîsand û bi sûrên Amedê ve daliqand. Lê belê derket holê ku 3 projeyên ku wekî "xizmetê" hatin nîşandan ne ên şaredariyê ne.    * Parêzer Îsmaîl Hakki Atal, diyar kir ku derz li hîmê reaktorê ewil ê Santrala Nukleerê ya Akkûyûyê ketiye û ev yek ji bo pêşerojê dê bibe cihê talûkeyek mezin. Atal, anî ziman ku zemîna heyî ne zemîneke qayîm e û wan ev yek bi delîlaln aşkere kiriye, lê belê dîsa jî heyeta pêzaniyê ji bo zemîna etutî nimûne negirtiye.    * Mehmet Salîh Tekîn û Erdogan Aktaş ku li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê de ne, ji malbatên xwe re name şandin. Her du girtiyan di nameyên xwe de diyar kirin ku heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya wan dewam bike û gotin: "Ev çalakî ji bo me cihê rûmetê ye."    * Cîgirê Midûrê Cîzre Merkez Anadolû Lîsesiyê B.E., gelek xwendekarên xwe îstismar kirine. Lê belê hîn jî Midûriyeta Perwerdehiya Netewî ya Navçeyê tiştek nekiriye. Piştî xwendekaran li dozgeriyê giliyê cîgirê midûr B.E. kir, duh B.E. yê nûnerê Egîtîm Bîr-Sen'ê ye neçû dibistanê.    * Berdevkê HDP'ê Gunay Kûbilay, ji bo nirxandina pêşketinên siyasî dê li navenda giştî ya partiyê civîna çepemeniyê li dar bixe. (11.00)   * Malbatên girtiyên di greva birçîbunê de wê li pêş girtîgehên Tîpa L a Jinan a Bakirkoyê, Girtîgeha Tîpa M a Gebze û Qada Esenyurtê, Girtîgeha Umraniye li Amed û gelek bajarên din çalakiyên xwe berdewam bikin. (12.00-19.00)   * Baroya Amedê, dê ji bo dîtina kiryarên Tahîr Elçî cara 175'an biçe ber Edliyeya Amedê û daxuyanî bide çapemeniyê. (13.30)   *Danişîna doza Komkojiya Madîmakê, dê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliya Enqerê bê dîtin. (14.00)   *Rêxistina HDP'ê ya Manîsa, ji bo balê bikişîne ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê, dê bi malbatên girtiyan re li ber Girtîgeha Tîpa T a Akhîsarê daxuyanî bide çapemeniyê. (14.00   *Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê, ji bo balê bikişîne ser rojiya mirinê û grevên birçîbûnê, dê bi dirûşmaya "Ji bo jiyanê deng derxîne" çalakiya nobetê ya li avahiya komelê dabû dest pê kirin, dewam bike. (16.00-19.00)   *Rêxistina HDP'ê ya Dersimê, bi armanca balê bikişîne ser grevên birçîbûnê, dê di roja 5'emîn de çalakiya roniştinê dewam bike. (18.00)