Çalakiyên ji bo greva birçîbîbûnê berbelav dibin: Laçikên spî bi daran ve girêdan 2019-05-09 23:18:59   AMED – Ji bo balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li dijî tecrîda li Îmraliyê û şideta polîsan a li hemberî dayikên girtiyan, li Amedê laçikên spî bi daran ve hatin girêdan.    Ji bo balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê û rojiyên mirinê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin destpêkirin, çalakiyên cud bi cur tên li darxistin. Li Amedê bi darên li ser Rêya Rihayê kitanên spî bi daran ve hatin girêdan. Her wiha hat xwestin bi van kitanên spî bal bikişînin ser şideta polîsan a li hemberî dayikên girtiyan.