5 saet dîmenên komkujiya Pirsûsê di dosyeyê de tune ne 2019-05-09 16:05:20   RIHA – Danişîna doza 33 kesên di teqîna DAIŞ’ê ya li Pirsûsê de jiyana xwe dest dabûn hat dîtin. Hat zanîn ku 5 saet dîmenên roja bûyerê di dosyeya dozê de bicih nekirine. Danişîn hat taloqkirin.    Danişîna doza 33 ciwanên li ser organîzasyona SGDF'ê dê pêlîstokan ji zarokên Kobanê re bibirina û di teqîna DAIŞ’ê ya li navçeya Pirsûsê ya Rihayê de di 20’ê tîrmeha 2015’an de pêk anî û jiyana xwe ji dest dan hat dîtin. Danişîna 9’emîn li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat dîtin.    Malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan, malbatên gaziyên Pirsûsê, Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê, Parlmanterên HDP’ê Ayşe Surucu û Nusrettîn Maçîn, rêveberên HDP, ESP, endamên Meclîsa Jinan a Sosyalîst, endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk, parêzerên ji Amed, Stenbol û Rihayê hatin doz şopandin.    Eskerên salona danişînê dorpêç kiribûn lêgerînê li ser her kesî pêk anîn û xwestin her kes telefonê xwe bigirin.    Tekane bersûcê dozê Yakup Şahîn ji girtîgeha lê girtî ne bi rêya dîmen SEGBÎS’ê beşdarî dozê bû.    Piştî tespîta nasnameyan ewilî malbatan mafê axaftinê wergirt û behsa komkujiyê kirin. Malbatan got heta edalet pêk were dê têkoşîna xwe dewam bikin.    XWEST FERMANDARÊ DAIŞÎ BÊ LÊKOLÎNKIRIN    Metîn Kiliç ê di komkujiyê de hevjîna xwe Ferdane û kurê xwe Nartan Kiliç winda kir jî mikûrhatina ji fermandarê DAIŞ’ê yê Tirkiyeyê Ilyas Aydin ku di Ajansa Mezopotamya de hat weşandin bibîr xit û xwest der barê Aydin ê DAIŞ’î de lêkolîn bê kirin.    MALBATAN JI DADGEHÊ PIRSÎ: KA EDALET    Ji mexdûrê komkujiyê Fetî Aydin jî bertek nîşanî dadgehê da û got: “Ka edaleta we li ku ye? Hêj hûn nikarin kujer bînin salonê.”    ‘BILA BERSÛC BÎNIN SALONÊ’    Çagla Seven jî got: “Ilyas Aydin ê dibêje ku bi dewletê re bazarî kirine. Baş e vê bazarê ji bo kî kiriye? Têkildarî canê me bi kî re bazariyê kiriye? Hûn dixwazin li ser van pirsan lêkolînê bikin?” Seven xwest bersûc Yakup Şahîn bînin salonê beşdarî danişînê bikin.    5 SAET DÎMEN HATINE BIRÎN    Piştî malbatan, ji parêzerên dozê Kader Tonç daxuyand ku dîmenên MOBES’ê yên têkildarî roja bûyerê cara ewil li dosyeyê bar kirine. Tonç anî ziman ku li gorî dîmenên li dosyeyê bar kirine lêkolîn kirine û 5 saet dîmenên piştî komkujiyê hatine birîn. Tonç pirsa van dîmenan ji dadgehê kir. Tonç ji bo van dîmenan xwest lêkolîn bê kirin û ew dîmenên hatine birîn li dosyeyê bên barkirin.    ‘BILA ENDAMÊN DAIŞ’Ê YÊN LI SÛRIYEYÊ HATINE GIRTIN BÊN PIRSÎN’    Parêzer Gulhan Kaya jî xwest li rewşa endamên DAIŞ’ê yên li Sûriyeyê hatine girtin divê bên lêpirsînkirin û mikûrhatinê Ilyas Aydin ê DAIŞ’î divê li ber çavan bê girtinê.    ‘HÛNÊ ILYAS AYDIN LÊKOLÎN BIKIN?’    Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel jî parastinê kir û got: “Gelo hûnê Ilyas Aydin ê derket holê û li xwe mikûr hat hûnê lêkolîn bikin?”    BERSÛC ÎDA KIR KU DAIŞ’Î ILYAS AYDIN NAS NAKE    Piştî parastinan heyeta dadgehê saetek navber da danişînê. Piştî navberê heyeta dadgehê ji bersûc Yakup Şahîn, fermandarê DAIŞ’ê yê Tirkiyeyê Ilyas Aydin pirsî ka nas dike an nake. Şahîn îda kir ku cara ewil e ew vî navî dibihîze.    DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN    Dozger xwest bersûc Şahîn girtî bê darizandin. Heyeta dadgehê ji bo hemû kêmasiyên dosyeyê temam bibin û îfadeyên Ilyas Aydin ê fermandarê DAIŞ’ê bên berhevkirin danişînê taloqî 7’ê tebaxê kir.