Dê maşîneya zirxî ya 5 milyon û nîv TL bikire! 2019-05-09 15:17:28   AMED – Hat zanîn ku şaredarê AKP’î yê Rezanê Huseyîn Beyoglu yê YSK’ê wî tayînî şûna Zeyyat Ceylan ê ji HDP’ê hat bijartin kir dest bi amadekariya kirîna maşîneya zirxî ya 5 milyon û nîv TL dike.    Di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê de namzetê Hevşaredariya Rezanê yê HDP’ê Zeyyat Ceylan ji sedî 71 deng wergirt û bû hevşaredarê Rezanê. Bi hêceta bi hukmê KHK’ê hatiye îxrackirin YSK’ê mazbatayê neda Ceylan û Huseyîn Beyoglu yê AKP’î ku ji sedî 25 deng wergirt tayînî serokşaredariyê kir. Beyoglu yê ku çû li ser qoltixê şaredariyê rûnişt ewilî birayê xwe Haşîm Mertoglu girt kar û wî kir alîkarê serok.    Hat zanîn ku Beyoglu yê AKP’î xwe ji kirîna maşîneya zirxî ya 5 mîlyon û nîv wesayîta meqam re amade dike.