Polîsan 2 zarokên ji bo ku îfade bidin bangî wan kirin, binçav kirin 2019-05-09 15:13:20 AMED - Polîsan bi hinceta parvekirinên medya civakî bang li 2 zarokan kirin ku îfade bidin. Zarokên çûn Midûriyeta Polîsan ku îfade bidin, hatin binçavkirin. Şaxa Miduriyeta Têkoşîna bi Terorê (TEM) a Amedê, bi telefonê li 2 zarokên bi navê Husamettîn Tanrikûlû û Renas Kocakaya geriyan û bi hinceta parvekirinên medya civakî ji wan xwestin ku bên îfadeyên xwe li Miduriyetê bidin. Her du zarokên çûn Miduriyeta Şaxa TEM’ê ku îfade bidin, hatin binçavkirin.      Polîsan her du zarok birin Şaxa Miduriyeta Zarokan û li bendêye ku îfadeyên wan bên girtin.