2 kes ji ber ‘zincîra mirovî’ hatin girtin 2019-05-09 13:50:11   ÊLIH - Li Êlihê, yek jê zarok 2 kes, bi hinceta zincîra mirovan çêkirin û rê li trafîkê girtin, hatin binçavkirin û girt.    Polîsan, bi hinceta çalakiya “zincîra ji mirovan çêkirin û rê li trafîkê girtin” a di 28’ê Nîsanê de li Duryana Çapemenî ya Bûlwara Ataturk a Êlih ji bo rakirina tecrîdê ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat lidarxistin, bi ser malbatên 8 HDP’iyan de girtibûn û binçav kiribûn. Ji 8 HDP’iyên di 2’yê Gulanê de sewqî dadgehê hatin kirin, 6 jê hatibûn girtin.    1 JÊ ZAROK 2 KES HATIN GIRTIN    Polîsan têkildarî bûyerê xwendekarê refa 8’emîn W.K. ê 15 salî û Mûhammed Şerîf Çîçeklî (18) ê amadekariyê zanîngehê dikir ên di 7’ê Gulanê de binçav kirin, duh sewqî edliyê kirin.Dozger piştî îfadeya her du kesan girt, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. Dadgehê jî  bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê”, “Propagandeya rêxistinê kirin” û “Rê li trafîkê girtin” her du kes girtin û şandin girtîgehê.