Biryara bê erkdariyê dan doza 10 wekilên HDP'ê 2017-11-15 16:49:59   AMED - Doza 10 wekilên HDP'ê ku bi sedema li Farqînê dorpêç û qedexeya kolanan şermezar kirin, tên darizandin, li 8'emin Dadgeha Asliye Ceza ya Amedê hat dîtin. Dadgehê der barê dosyayê de biryara bê erkdariyê da û dosya şand dadgeha Farqînê.    10 Parlamenterên HDP'ê ku di navde Fîgen Yuksekdag jî hebû piştî îlankirina qedexeya kolanan a Farqînê di 11'ê Mijdara 2015’an de çûbûn Farqînê. Ji ber çûna wan doz li wan hat vekirin û ji 8 salan heta 49 salan cezayê girtîgehê tê xwestin. Rûniştina doza wekîlan li 8'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Amedê hat ditin. Heyeta dadgehê der barê 10 wekîlan de biryara bê şopandinê da û doz şand dadgeha herêmî ya Farqînê. Dozger der barê wekîlan de ji 3 dozên cuda dosya vekiribû. Wekilên HDP'ê yên serbest tên darizandin tev li rûniştina dozê nebûn. Parezera wekîlan Reyhan Yalçındag tev li rûniştina dozê bû. Yalçindag, diyar kir ku ev darizandin li diji Qanûna Bingehîn e û xwest darizandin bê rawestandin.   Heyeta dadgehê jî diyar kir ku hatiye fam kirin ku dosya der barê çalakiya li Farqînê pêk hatiye de hatiye vekirin û biryara bê erkdariya dosyayê da û dosya dîsa şand Dadgeha Asliye Ceza ya Farqînê.    Parezer Yalçindag, xwest dosyayên li 4'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Mêrsînê û 23'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya  Enqereyê de der barê parlamenterên HDP'ê Çaglar Demirel û Figen Yuksekdag de hatibû vekirin bibin yek dosya.    Di sala 2015'an de dema li navçeya Farqînê qedexeya derketina kolanan hatibû îlankirin û 10 wekilên ku di navde Hevseroka Giştî ya  HDP'ê Figen Yuksekdag, Çaglar Demirel, Feleknas Uca, Îdrîs Baluken, Altan Tan, Huda Kaya, Ahmet Yildirim, Ertugrul Kurkçu, Mehmet Alî Aslan û Saadet Becerikli jî heye çûbûn Farqînê. Dema wekîlên HDP'ê gel ziyared dikir polîsan êrîşî wan kiribû û alozî derketibû.  Serdozgerê Komarê yê Amedê jî lepirsîn dabû destpêkirin û doz hatibû vekirin.